Ruxmî astengdar e lê benda astengdariyê şikand

Astengdarî li pêşiya xwe nekir asteng, lê belê israra wî zêde dike da ku benda ku ew ji jiyanê dûr dixist bişikîne. Tevî şertên dijwar ên ku welat tê re derbas dibe, debara malbatê xwe peyda dike.

Ruxmî astengdar e lê benda astengdariyê şikand
5 nîsan, 2020   07:39
KOBANÊ-UMER MIHEMED

40 sal astengdarî nebû sedem ku bedbîn be. Pêdiviyên xwe yên rojane bi tenê peyda dike û zarokên xwe ruxmî şertên dijwar mezin dike. Ehmed Bozan û hevsera xwe astengdar in û xwedî 7 zarokan in.

Ehmed Bozan ê 40 salî ji gundê Dafiye yê kantona Kobanê ye. Li gundê xwe mezin dibe. Ji biçûkahiya xwe ve ji ber nexweşiya tenikbûna hestî astengdar e. Vê astendariyê nehişt Bozan mîna kesên din jiyana xwe ya rojane bidomîne.

Lê Bozan bi demê re astengdariya xwe derbas dike û bi karekî difikire ku debara xwe ya rojane peyda bike bêyî ku alîkariyê ji kesekî bixwaze. Ji ber wê pîşeya çêkirina ekranên televîzyonan hildibijêre.

Her sibe Bozan bi rêya motorsîklêtekê ku birayê wî diajo, diçe bajarê Sirînê da ku debara malbata xwe peyda bike.

Ehmed Bozan û hevsera wî bi hewcedariya alîkariyê ne, ne ji bo xwe lê belê ji bo zarokên xwe yên ku bûne qurbaniyên van şert û mercan.

Dîba mîna hevserê xwe Bozan bê ço (ikaze) nikare bi awayekî rast bimeşe. Dîba her roj, dema roj diçe ava li benda hevserê xwe dimîne da ku xwarinê amade bike.

Bozan girêdayî mijarê dibêje: "Biryara qedexeya derketina derve bi awayekî neyînî bandor li min kir. Ez rojane quta xwe peyda dikim û zarokên xwe pê têr dikim. Lê piştî biryarê êdî nikarim biçim karê xwe."

Dema pirsa rewşa wî tê kirîn dibêje: "Em ê pincar bixwin."

Bozan wiha berdewam kir: "Ji gelek salan ve gelek aliyan alîkariya min dikirin. Mehane madeyên xwarinê û pêdiviyên malê ji min re peyda dikirin. Lê niha ew alî ji demekê ve tune ne û alîkarî li ser min qut kirin."

Li gundê Bozan gelek kesên astengdar hene û bi hewcedariya alîkariyê ne. Mîna zarokên kurê birayê wî yên 4 hemû astendar in.

Ehmed Bozan di dawiyê de bang li rêxistinên mirovî yên girêdayî astendaran kir ku alîkariya wî bikin da ku zehmetiyên jiyanê lê sivik bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KX83xumeL6M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>