Xetên avê yên Hesekê tên sererastkirin

Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed piştrast kir ku hîn kar û xebata dayîna avê ji bajarê Hesekê re berdewam dike, her wiha zirara artêşa Tirk gihandine tora kehrebeyê ya bajarê Til Temirê jî hate sererastkirin.

Xetên avê yên Hesekê tên sererastkirin
Xetên avê yên Hesekê tên sererastkirin
Xetên avê yên Hesekê tên sererastkirin
Xetên avê yên Hesekê tên sererastkirin
Xetên avê yên Hesekê tên sererastkirin
Xetên avê yên Hesekê tên sererastkirin
Xetên avê yên Hesekê tên sererastkirin
5 nîsan, 2020   06:46
HESEKÊ-COZA ÎBRHÎM

Beriya du rojan artêşa Tirk û çeteyên wê xetên avê yên ku avê didin bajarê Hesekê bi topan kirin armanc, di encamê de ev bû pênc car ku av li ser bajêr qut dibe.

Tîma sererastkirinê û komîteyên taybet ên Şaredariya Gel ên bajarê Til Temirê dest bi sererastkirina xetên avê kir da ku ji nû ve avê bidin bajêr.

Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed da zanîn ku beriya 2 rojan artêşa Tirk xeta sereke ya ava li stasyona Elok kir armanc, ji ber vê yekê av li ser bajarê Hesekê û Til Temrê qut bû. Sozdar Ehmed sedema derengmayîna sererastkirina xetê diyar kir û got: "Kanalîzasyon mişt av bû û rojekê em bi valakirina avê mijûl bûn, paşê me cihê ji ber topbarana artêşa Tirk zirar gihaştiyê, dît."

Sozdar bal kişand ser ku werşeyên kar ji beriya 3 rojan ve dixebitin û dê karê xwe heta bidawîkirina beşa zirar dîtiye, berdewam bikin, paşê li gorî sîstema dana avê, avê bidin bajarê Hesekê.

Li milekî din hevserokê Gerînendetiya Avê ya Til Temirê Xalid Mihemd Elo bang li aliyên garantor kir ku binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê asteng bikin.

Di heman çarçoveyê de Xalid Mihemed got werşeyên feniyê yên Şîrketa Giştî ya Kehrebeyê ya Hesekê torên kehrebeyê yên herêma Til Temirê yên rastî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê hatine, sererast kirin.

eh

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eMe9rhE3f9s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>