HPG'ê li konvoya artêşa Tirk da: 79 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Agiriyê konvoyeke leşkerî ya artêşa Tirk kir hedef û di encamê de 79 leşkerên Tirk hatin kuştin.

HPG'ê li konvoya artêşa Tirk da: 79 leşker hatin kuştin
9 adar, 2020   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya gerîla ya li bejahiya navçeya Bazîd a bajarê Agiriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Serkeftinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me 2'yê Adarê de saet di 08:50'î de li ser rêya navbera navçeya Bazîd a Agiriyê û gundê Gurbûlakê de li dijî konvoyeke leşkerî ya artêşa TC a dagirker operasyoneke şoreşgerî ya berfireh pêk anî. Ji nêz ve derbên giran li 3 otobus û wesayiteke zirxî ya bi tîpa kobra yên di konvoyê de hate xistin. Di çalakiyê de 2 otobus û wesayita zirxî ya bi tîpa kobra hatin îmhakirin û derb li otobusekê hate xistin. Leşkerên ku ji bo destwerdanê hatin cihê çalakiyê, bûn hedefa hêzên me û hêzên me bi şêweyê sabotajê li yekîneyên leşkeran xist.

Di encama vê operasyona şoreşgerî de bi giştî 79 leşker hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi rêya bi dehan ambûlansan leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê bir. Yekîneya me ya çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya."