Mihemed Şêxo li ser gora xwe hate bibîranîn

Bi boneya salvegera 31`an a koçkirina hunermend Mihemed Şêxo, îro bi dehan kesan serdana gora wî ya li Goristana Hilêliyê ya li bajarê Qamişlo kir û hunermendê navdar bi bîr anî.

Mihemed Şêxo li ser gora xwe hate bibîranîn
Mihemed Şêxo li ser gora xwe hate bibîranîn
Mihemed Şêxo li ser gora xwe hate bibîranîn
Mihemed Şêxo li ser gora xwe hate bibîranîn
Mihemed Şêxo li ser gora xwe hate bibîranîn
9 adar, 2020   12:26
QAMIŞLO

Malbata Mihemed Şêxo, dost û hevalên wî, helbestvan Ehmed Mûsa, endamên Yekitiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û Komîna Fîlm a Rojava serdana gora Mihemed Şêxo kir.

Endamê Rêveberiya Yekitiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê Mihemed Ebdî axivî û wiha got: "Mihemed Şêxo bi hunera xwe rûpeleke zêrîn li dîroka Kurdan zêde kiriye."

Di 6`ê Adara 1989`an de Mihemed Şêxo piştî derketina ji girtîgehên rejîma Baasê krîza dil derbas kir. Yekser wî radikin nexweşxaneya wetenî ya Qamişlo. Lê di sibeha 9`ê Adarê de jiyana xwe ji dest da û li pey xwe mîraseke hunerî ji 120 stranan hêla.

(ekîb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AB8bpfqk9B4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>