Li Kobanê bawername hatin belavkirin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê bawername li xwendekarên asta seretayî belav kirin.

Li Kobanê bawername hatin belavkirin
9 adar, 2020   12:10
KOBANÊ

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê piştî xwendekarên asta seretayî ezmûnên xwe yên sala perwerdeyê ya 2019-2020`an bi dawî kir, bawername li xwendekaran belav kirin.

Hejmara dibistanên kantona Kobanê 574 e û hejmara mamosteyan 2 hezar û 630 mamoste û 53 hezar û 706 xwendekar in.

Li herêma Firatê werzeya yekemîn a sala xwendinê di 15`ê Îlona 2019`an de dest pê kir. Dibistan di destpêka werza yekemîn de ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin girtin û werz heta 30`ê Çileyê hat dirêjkirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wAvvX-Bj-cI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>