Li Hesekê şevbuherêka helbestan a jinan

Rabîteya Jinên Rewşenbîr a Herêma Cizîrê bi wesîleya 8‘ê Adarê şevbuhêrkek helbestan li bajarê Hesekê li dar xist.

Li Hesekê şevbuherêka helbestan a jinan
Li Hesekê şevbuherêka helbestan a jinan
Li Hesekê şevbuherêka helbestan a jinan
Li Hesekê şevbuherêka helbestan a jinan
Li Hesekê şevbuherêka helbestan a jinan
Li Hesekê şevbuherêka helbestan a jinan
Li Hesekê şevbuherêka helbestan a jinan
Li Hesekê şevbuherêka helbestan a jinan
7 adar, 2020   17:01
HESEKÊ

Şevbuhêrk li navenda TEV-DEM‘ê ya taxa Til Hecer bi beşdarbûna bi dehan helbestvan û rewşenbîr hate lidarxitin.

Nûnera Komîteya Çandê ya Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Kewser Mardînî axivî û got: "8‘ê Adarê ne tenê roja şahiyan e, di heman demê de roja fedekariyan e. Gelek jin ji bo pêkanîna aştiyê û azadiya jinan fedekarî kirine."

Kewser diyar kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berxwedan, têkoşîn û serkeftina li dijî DAIŞ‘ê wateyên mezin dan ve rojê û anî ziman ku "Ev hemû berhemên ramanê Rêber Abdullah Ocalan e."

Piştre helbestvan Efaf Heskî, Lemîs Mihemed, Feyrûz Reşik û Anahîta Sîno, zarok Saya Fetah û Ana Dado helbest xwendin. Zaroka bi navê Sarîn Îsa jî stran gotin.

Mijarên hilbestan girêdayî têkoşîn û berxwedana jinan bûn.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0zZNGONldTk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>