Nûnerên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê yên Sirînê hatin hilbijartin

Kongreya Yekemîn a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya navçeya Sirînê ya herêma Firatê hate lidarxistin, serok, cîger û endamên Desteya Rêveber  hatin hilbijartin.

Nûnerên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê yên Sirînê hatin hilbijartin
Nûnerên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê yên Sirînê hatin hilbijartin
Nûnerên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê yên Sirînê hatin hilbijartin
7 adar, 2020   16:01
KOBANÊ

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şaxê herêma Firatê kongreya yekemîn a partiyê ya navçeya Sirînê li dar xist. Kongrê li navenda çandê ya navçeyê bi beşdarbûna endamên partiyê, meclis û şêniyên navçeyê hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama partiyê Emel Mustefa armanc û perspektîvên partiyê xwendin.

Endamê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Kedîm Îbrahîm geşedanên siyasî û leşkerî li ser asta herêmê şîrove kir. Kedîm diyar kir rejîma Sûriyê ji ber ku siyaseta dûrxistinê esas girtiye temenê aloziyê dirjê kir. Kedîm bal kişand ku Partiya Sûriyê ya Pêşerojê xwedî armacên siyasî ne, bi danûstandinên bi hemû aliyan re bawer e ku dê dawî li aloziyê werîne û herkîna xwîna gelê Sûriyê bisekinîne.

Piştî axaftinan, hilbijartin pêk hat. Mustefa Muslim bû serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê yê navçeya Sirînê, Ala Mustefa cîgira wî û 13 endamê Desteya Rêveber a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya navçeya Sirînê hatin hilbijartin.

ANHA