Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga têkoşîneke hevpar li jinan kir

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8`ê Adarê tevahiya jin li cîhanê, pîroz kir û bang xebateke hevpar ji bo pêkanîna aştiyê li cîhanê û parastina destkeftiyên şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga têkoşîneke hevpar li jinan kir
7 adar, 2020   17:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8`ê Adarê daxuyaniyek nivîskê weşand.

Di daxuyaniyê de meclisê 8`ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir û şehîdên pêşeng ên ku mohra xwe li ser rûpelên dîroka têkoşîna azadiya jinê hiştine mîna Roza Loksmburg, Klara Rengîn, Leyla Qasim, Sara, Lêgerîn, Arîn, Barîn û Hevrîn bibîr xistin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Ev roj roja bîranîna mîrasa têkoşîna jinê û berdewamkirina têkoşînê ye. ji ber ku rola jin a pêşeng di tevahiya warên jiyanê de bala hemû hêzên zordest û mitînger kişand. Ji ber yekê jinan para herî mezin ji çewisandinê girt û hîna jî digire. Ev tişt bi awayekî zelal di salên şoreşa Sûriyê derket ya ku  ji ber mudexeleyên piraniya dewletên herêmî û navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe veguherî aloziyek cîhanî, di enam de jin hertim dibe qurbana wan nakokiyan. Ji hêla komên tundrew û radîkal ve rastî tevahiya cureyên tundiyê û çewisandinê hat. Bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin: "Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye afrînera azadî û jiyanê. Di dirêjahiya 9 salên şoreşê de xwe jinan îsbat kir ku xwedî vînek xurt in û dikare kedên xwe di tevahiya warên siyasî, civakî, çandî û aborî birêxistin bike û destkeftî û serkeftinên bidest xistine biparêze. Jin şoreşa guhertina ji civaka desthilat a kole ber bi civaka demokratîk û azad ve bi rêve dibin."

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang kir ku pêwîste kedên jinê li tevahiya jinê bibin yek da ku rijandina xwînê raweste, aştî belav bibe û destkeftiyên ku jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidest xistine werin parastin.

(şx)

ANHA