SOHR: 117 çeteyên Sûriyê li Lîbyayê hatin kuştin û 150 revîn Ewropayê

Di şerên li paytexta Lîbyayê Terablusê de, herî kêm 117 çeteyên Sûriyê yên ku Tirkiyê şandine Lîbyayê ji bo ku li rex hikumeta Wîfaq şer bikin, hatin kuştin. Ji aliyekî din ve 150 kes revîn Ewropayê.

SOHR: 117 çeteyên Sûriyê li Lîbyayê hatin kuştin û 150 revîn Ewropayê
7 adar, 2020   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR ragihand ku hejmara çeteyên Sûriyê ku Tirkiyê wan şandine Lîbyayê da ku li rex hikumeta Wîfaq şer bikin û hatine kuştin gihaştin 117 çeteyan.

Li gorî navendê çeteyên hatine kuştin ji komên çeteyên Lîwa El-Mutasêm, Firqêt El-Sultan Murad, Lîwa Siqûr El-Şemal, El-Hemzat û Silêman Şah in. Çete li eniyên Selahdîn li başûrê Terablusê, eniya El-Remle li nêzî balafirgeha Terablusê tevî eniya projeya El-Nehda û herêmên din ên Lîbyayê hatin kuştin.

Navendê ragihand ku derdora 150 çeteyên ku çûna Lîbyayê bi rêya deryayên Lîbyayê revîn û gihaştin Ewropayê.

Ruxmî ku kongreya Berlînê ya ku Tirkiyê tev lê bûye, peymanek hate mohrkirin ku divê alî û dewletên têkildarî aloziya Lîbyayê mudexele nekin û aliyên nakok bi çek nekin. Lê Tirkiyê çeteyan dişîne Lîbyayê. Heta niha hejmara çeteyên ku gihaştina Lîbyayê gihaşt 4 hezar û 750 çeteyan.

(şx)

ANHA