Ji YJŞ‘ê daxuyaniya 8‘ê Adarê

Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir û got, “Em soza tolhildanê ya jinên Êzidî û jinên kedkar ên cîhanê ne. Em avakirina jiyana azad didomînin”

Ji YJŞ‘ê daxuyaniya 8‘ê Adarê
7 adar, 2020   16:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ)bi daxuyaniyeke nivîskî  8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kir.

Daxuyaniya YJŞ‘ê wiha ye:

“8’ê Adarê roja geşkirina têkoşîna li hemberî feraseta desthilatdar û serweriya mêran e. Li hemberî ferasetên ku DAIŞ kiriye belaya serê jinên Kurdistan, Rojhilata Navîn û dinyayê, YJŞ ji her demê zêdetir li ber xwe dide. Ji Rozayan, heta Clara, Sara, Bêrîvan, Arîn, Nazê, Hevrîn Xelef, Zîn em hemû sembolên berxwedanê yên bi bîr tînin û di şexsê şehîdên şoreşê de, li ser navê jinên Êzidî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz dikin.

Kapîtalîzma hov êriş biriye ser Şengal, Xenasor, Efrîn û Serêkaniyê. Peywira jinan ev e ku ji rewşa temaşeyê derkeve , li ber xwe bide û hebûna xwe biparêze.

Divê were zanîn ku komploya navneteweyî di şexsê Rêber Apo de têkoşîna jinan a azadiyê dike hedef. Piştî şewata li Îmraliyê tê dîtin ku, feraset dixwaze peyamê bide jinan. Lê divê were zanîn ku wê zarokên agir û rojê bersivê bidin.

Em jinên YJŞ’ê diyar dikin ku, em soza tolhildanê ya jinên Êzidî û ya jinên kedkar ên dinyayê ne. Em natirsin û em avakirina jiyana azad didomînin. Em ê peywirê xwe yên li hemberî Şehîd Vînar, Şehîd Têkoşîn, Şehîd Nûjiyan, Şehîd Jiyana û Şehîd Bêrîvan pêk  bînin ên ku peywira vê avakirina pîroz dane me.”

ANHA