Li kantona Qamişlo bi boneya 8`ê Adarê rêzeçalakî lidar ketin

Bi boneya 8`ê Adarê îro li kantona Qamişlo rêzeçalakî lidar ketin. Jinan serdana gaziyan kir, panel lidarxistin, dar çandin û daxuyanî dan.

7 adar, 2020   15:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên kantona Qamişlo îro bi boneya 8`ê Adarê rêzeçalakî lidar ketin.

AMÛDE

Kongreya Star şahiyek bi dirûşmeya `Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e` li gundê Girê Mozan ê dîrokî ya girêdayî navçeya Amûde  lidar xist.

Bi sedan şêniyên navçeya Amûde, bajarok û gundên girêdayî wê tevî endamên saziyên sivîl, Partiya Yekîtiya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li şahiyê bûn.

Dîka şahiyê bi wêneyên şehîdan, Rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û pankartên bi nivîsên “Azadî ji bo Serok Apo” hate xemilandin.

Di şahiyê de endama rêveber a Kongreya Star Mura Zoro axivî û 8`ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û got: "Em 8`ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz dikin bi taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Mura Zoro diyar kir ku asta jinê gihaştiyê berhema fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Yê ku ji bo derxistina jinê ji çirava zihniyeta mêrdestiyê tê koşiya û liber xwe daye. Mura wiha domand: "Mînaka herî berbiçav, hebûna jinê li her derê ye da ku roja xwe pîroz bike."

Piştre koma muzîkê ya girêdayî Navena Hûrî ya Çand û Hunerê berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

QAMIŞLO

Bi sponseriya Weqfa Jin a Rewşenbîr û Rêxistina Mafên Mirovan semînerek girêdayî bandorên neyînî yên şer û nakokiyan li ser jinê hate dayîn. Semîner li parka Xwendinê ya li navçeya Xerbiye ya bajarê Qamişli lidar ket.

Hiqûqnas Zozan Ibrahîm di semînerê de axivî û behsa peymana CEDAW a tunekirina tevahiya cureyên cudahiyê li dijî jinê kir. Zozan bendên peymanê bibîr xistin û got: "Divê cudahî li dijî jinê neyê bikaranîn, tunekirina tevahiya cureyên cudahiyê li dijî jinê di warên dermankirin, wergirtina xebatên tenduristiyê tevî xebatên girêdayî malbatê."

ÇANDINA DARAN

Girêdayî heman mijarê Buroya Jin a Tevgera Civaka Demokratîk dar li Çarxerêya Şehîd Yasir Xanêkê li navçeya Şerqiye ya bajarê Qamişlo çandin.

Her wina jinên Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jin li Parka 19`ê Tîrmehê li taxa Arbawiye ya bajarê Qamişlo daxuyaniyek da raya giştî.

DIVÊ SÛCÊN LI DIJÎ JINÊ TÊNE KIRIN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ WERIN EŞKEREKIRIN Û SÛCDAR BÊNE DARIZANDIN

Endama navendê Bêrîvan Reşo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de Bêrîvan jinên cihanî bi giştî û jinê Sûriyê bi taybet bi 8`ê Adarê pîroz kirin. Bêrîvan diyar kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikare bi bawerî û karîna xwe rolek pêşeng bilîze û azarên jinan li Sûriyê tune bike.

Bêrîvan di berdewama daxuyaniyê de bang li tevahiya jinên têkoşer ên li cîhanê kir ku piştgiriya jina Sûriyê di van şertên dijwar de bikin, rolek çalak bilîzin û zextê li dewletên xwe bikin ji bo ku şerê li Sûriyê bidawî bibe. Her wiha aliyên ku şer afirandine muhesebe bikin. Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û jinan bikin ji bo ku kar bikin, sûcên li dijî jinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin eşkere bikin û sûcdarên wê muhesebe bikin.

SERDANA GAZIYAN, SAZIYÊN RÊVEBERIYA XWESER Û PARTIYÊN SIYASÎ

Şandeya Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê endamên jin ên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û partiyên siyasî yên bajarê Qamişlo bi 8`ê Adarê pîroz kirin. Her wiha wêneya têkoşîna jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş kirin.

Şandeya Koordînasyona Kongreya Star serdana Meclisa Jin a Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Buroya Jin a Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Buroya Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk, Navenda Birîndarên Şer, Navenda Têkiliyên Dîpomasî yên YPJ, Buroya Jin a Meclisa Jin a Sûriyê, Yekitiya Jin a Suryan, rojnamegerên jin ên telefizyona Ronahî TV û Navenda Asayîşê-Jin a herêma Cizîrê kirin.

TIL HEMÎS- TIL BIRAK
Li navçeyên Til Hemîs û Til Birakê yên kantona Qamişlo jinan serdana Kongreya Star, Navenda Kehrebê, Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Til Birak, YPJ, Navneda Asayîşê û Meclisa Malbatên Şehîdan kirin û gul diyarî wan kirin.

(şx)

ANHA