PYD: Rola jinan aktora serketina şoreşa demokratîk e

PYD’ê 8‘ê Adarê li hemû jinên cîhanî, di serî de dayikên şehîdan pîroz kir û got: "Bêyî hebûna jinan, garantiya azadî û beşdariya wan ne serkeftin ne pêkan in."

PYD: Rola jinan aktora serketina şoreşa demokratîk e
7 adar, 2020   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. PYD‘ê 8‘ê Adarê li tevger û rêxistinên jinan û dayikên şehîdan pîroz kir û diyar kir ku rola jinan aktora serkeftina şoreşa demokratîk e.

Daxuyanî wiha ye:

"Şoreşa demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir, îro pê serbilind in. Ji ber ku şoreşa jinên azad a demokrat e ku jin tevahî ji qeyd û bendên ku rol, cihê wê yê girîng û mezin di civakê de sînordar dikir rizgar bûn. Şoreşa Jinan ku nûnertiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro dike, pêngav û pêşdeçûnên pir mezin di aliyên têkoşîna jinan de avêt.

Hebûna jinan îro li tevahî meydanên têkoşîn û xebatê li gel serkeftinên mezin ên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîşaneya ku jin bi ser dikeve û hedefên şoreşên demokratîk pêk tînin. Her wiha jî civakan bi pêş dixin û asta demokratîbûna wan jî zêde dikin. Bi vê boneyê em wek PYD’ê  tevahî jinên li cîhan, dayikên şehîdan û şehîdên şoreşa demokratîk; şoreşa jinên azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pîroz dikin. Her wiha tevahî jinên têkoşer ên ku nirxên mirovî û demokratiyê di qadên têkoşînê de diparêzin, tevahî karker û endamên rêveber ên tevahî saziyên Rêveberiya Xweser û siyasî, pîroz dikin.

Di vê wesîleya dîrokî de, hevrêyên xwe yên têkoşer ku canê xwe di oxira parastina mafên jinan de daye, ji wan jî Saknîna, Şîlan, Leyla, Fîdan, Zîlan, Barîn, Arîn, Amargî, Hevrîn, dayika Eqîde û tevahî hevrêyên têkoşer û berxwedêr, bi bîr tînin.

Li dawiyê, em wek PYD’yê soz didin gelê xwe, her wiha şehîd û têkoşerên xwe dê li ser rêça wan heta pêkana demokratîk, projeya rizgarkirina jinan, piştgiriya têkoşîna jinan li tevahî cîhanê heta pêkanîna serkeftin, şikandina zihniyeta desthildarî û kelepçekirina jinan, bimeşin. Her wiha diyar dikin ku tu serketin bêyî hebûna jinan, garantiya azadî û beşdariya wan ne pêkan in.

Her sal û tevahî jin di xêr û xweşiyê de bin."

(fr)

ANHA