Bi boneya 8 Adarê rêzeçalakiyên Kongreya Star didome

Bi boneya 8 Adarê îro bi dehan jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê serdana navenda YPJ`ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Leşkerî û navendên birîndarên şer kirin û Weqfa Jinan navenda xwe li kampa Waşûkanî vekir.

Bi boneya 8 Adarê rêzeçalakiyên Kongreya Star didome
Bi boneya 8 Adarê rêzeçalakiyên Kongreya Star didome
Bi boneya 8 Adarê rêzeçalakiyên Kongreya Star didome
Bi boneya 8 Adarê rêzeçalakiyên Kongreya Star didome
Bi boneya 8 Adarê rêzeçalakiyên Kongreya Star didome
Bi boneya 8 Adarê rêzeçalakiyên Kongreya Star didome
Bi boneya 8 Adarê rêzeçalakiyên Kongreya Star didome
Bi boneya 8 Adarê rêzeçalakiyên Kongreya Star didome
Bi boneya 8 Adarê rêzeçalakiyên Kongreya Star didome
7 adar, 2020   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Jinan a Cîhanê Kongreya Star, sazî û komîteyên jinan çalakiyên xwe berdewam dikin.

HELEB

Vê sibe bi dehan endamên Kongreya Star û komînên taxan serdana navenda birîndaran a li taxa Şêxmeqsûdê ya li bajarê Helebê kirin û Roja Jinan a Cîhanê li wan pîroz kir. Endama Rêvberiya Navendê Viyan Efrîn pêşwaziya şandeyê kir û spasiya desteka manewî ya ji birîndaran re kir.

Endama Rêveberiya Nivîsgeha Jinan Nîrgiz Begir 8 Adarê li hemû jinan pîroz kir û got:"Bi hêviya îsal bibe sala azadiya rêber Ocalan."

Paşê şandeya jinan gurzek gul dan navenda birîndaran.

DÊRIK

Endamên Komîteya Tenduristiyê, Heyva Sor a Kurd û Kongreya Star serdana nexweşxaneyên bajarê Dêrikê û birîndarên şer kirin û Roja Jinan a Cîhanê li birîndaran pîroz kirin.

Şandeyê gul li birîndarên şer û hemşîreyên li nexweşxaneyê dixebitin belav kirin.

MINBIC

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KtQRWaoCFbE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di çarçoveya heman boneyê de, îro Meclisa Jinan serdana Mala Birîndaran, Meclisa Leşkerî ya Jinan û Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajêr kirin. Şandeyê spasname pêşkêşî jinên qehreman ên ku li dijî dijmin çak rakirin û di eniyan de li  ber xwe dan, kirin.

Endamên Meclisa Jinan 8 Adarê li şervanan pîroz kir û spasiya keda wan di parastina bajêr de kirin.

Li milekî din jî fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn şaxê Jin Sozdar Ehmed spasiya serdana Meclisa Jinan kir.

HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê, Weqfa Jinan  a Azad nivîsgeha xwe li kampa Waşûkanî bi daxuyaniyekê vekir. Daxuyaniya Weqfa Jinan a Azad wiha ye:

"Berî her tiştî em siyaseta Erdogan û kiryarên li dijî jinên Rojava, zarok û her kesî şermezar dikin û bêdengiya raya giştî beramberî van siysetan jî şermezar dikin, ji ber bûne sedema koçberkirina şêniyan."

Erdogan bi siyaseta xwe nikare vîna gelên Kurd bişkîne, nexasim vîna û îradeya jinan, em jî wekî  Weqfa Jinên Azad a li Sûriyê erk û mîsyona dikeve ser milê me ew e ku em bibin pêşengên hemû jinan.

Di dawiyê de em Roja Jinan a Cîhanê li jinan pîroz dikin û bi vê boneyê em nivîsgeha xwe li kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê vedikin."

Paşê nivîsgeh ji aliyê diya şehîd Reşo Tolhildan Fehîma Ehmed hate vekirin û çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.

 (eh)

ANHA