Şehîdê TEV-DEM‘ê Îmadedîn Abdullah li Dêrikê hate veşartin

Cenazeyê endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Îmadedîn Abdullah, ê ku dema erka xwe bi cih dianî  li bajarê Qamişlo şehîd bûn, li goristana Şehîd Xebat Dêrikê hate veşartin.

Şehîdê TEV-DEM‘ê Îmadedîn Abdullah li Dêrikê hate veşartin
7 adar, 2020   14:38
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê cenazeyê şehîd Îmadedîn Abdullah ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan erebeyan pêk dihat ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve çûn.

Li goristanê rêhevalên şehîd cenaze li ser milên xwe kirin û li ser dike danîn. Merasîma oxirkirinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê Dêrikê Heqî Sîpan sersaxî ji malbata şehîd û zorkên wî re xwest.

Sîpan anî ziman ku rola şehîd Îmadedîn ne kêmî rola şervanên di eniyên şer ên parastinê xakê de bû û ev tişt got: "Şehîd tevî ku bavê gelek zarokan bû, lê wîjdanê wî tehemul nekir, li ser vê yekê tev li berxwedana gel bû û bi hemû hêza xwe hewl da şoreş bi ser bikeve û di vê oxirê de şehîd bû."

Heqî Sîpan bi navê xwe û navê Meclisa Malbatên Şehîdan soza berdewamiya têkoşîna li dijî êrişan heta rizgarkirina herêmên artêşa Tirk û çeteyên wê dagirkirine, da.

Piştî nasnameya şehîd radestî malbatê hate kirin. Li ser navê malbata şehîd Îmadedîn, Sahib Osman anî ziman ku şehadeta Îmadedîn ji bo wan cihê şehnaziyê, ji ber ku di oxira azadiya gelê xwe de canê xwe feda kir.

Cenaze şehîd Îmadedîn di nava sloganên"Şehîd namirin",  "Bijî berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûiryê" de spartin axê.

(eh)

ANHA