Projeyên şaredariya Til Hemîs ên 2020`an hatin diyarkirin

Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîs û 4 şaredariyên girêdayî wê di civînekê de projeyên ku herî zêde xizmeta şêniyan dike pêşkêş Komîteya Şaredarî û Parastina Ekolojiyê ya kantona Qamişlo kir.

Projeyên şaredariya Til Hemîs ên 2020`an hatin diyarkirin
Projeyên şaredariya Til Hemîs ên 2020`an hatin diyarkirin
Projeyên şaredariya Til Hemîs ên 2020`an hatin diyarkirin
Projeyên şaredariya Til Hemîs ên 2020`an hatin diyarkirin
Projeyên şaredariya Til Hemîs ên 2020`an hatin diyarkirin
Projeyên şaredariya Til Hemîs ên 2020`an hatin diyarkirin
Projeyên şaredariya Til Hemîs ên 2020`an hatin diyarkirin
7 adar, 2020   13:47
QAMIŞLO

Komîteya Şaredarî û Parastina Ekolojiyê ya kantona Qamişlo bi armanca diyarkirina projeyên ku dê di 2020`an de dest bi wan bike, bi şaredariya navçeya Til Hemîs û 4 şaredariyên girêdayî wê (Ebû Cirin, Ukaz, Til Ehmed û Ceza) re civiya.

Hevserokên komîteya Şaredarî û Parastina Ekolojiyê Şermîn Şaqo û Mesûd Yûsif, cîgira hevserokatiya rêveberiya herêmî ya herêma Cizîrê Xesan Abid, meclisa navçeya Til Hemîs, meclisên şaredariyên girêdayî wê, şaredariya Til Hemîs û şaredariyên girêdayî wê tev li civînê bûn. Di civînê de komîteya şaredariyan pereyên projeyên xizmetguzariyê ku ji aliyê şaredariya Til Hemîs a navendî û şaredariyên girêdayî wê hatine pêşkêşkirin diyar kir. Praniya projeyan xizmete hezaran niştecihên navçeyê û gundewarên wê dike.

Di civînê de Mesûd Yûsif axivî û destnîşan kir ku şaredariyên li herêmê di sala 2019`an gelek proje pêk anî û got:"Xizmet gihîştin hemû navçeyan."

Yûsif destnîşan kir ku komîteya şaredarî û parastina ekolojiyê di sala 2020`an de dê girîngiyê bide projeyên xizmetguzariyê li herêmên başûrê herêma Cizîrê ji ber di nava 10 salan de hatiye paşguhkirin.

Paşê her şaredariyekê projeyên xwe yên 2020`an pêşkêşî komîteya şaredariyan kir. Tê payîn ku di nava 3 mehan de dê bidawî bibin. Ji wan projeyan qîrkirin rêyan, kanalîzisyon, xetên avê û hwd.

 (bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AWmIg7646Rc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>