Fermandarekî Pasdarên Îranê li Şamê hat kuştin

Dezgehên çapemeniyê piştrast kir ku duh fermandarekî payebilind ê Pasdarên Şoreşê yên Îranê li Şamê hat kuştin.

Fermandarekî Pasdarên Îranê li Şamê hat kuştin
7 adar, 2020   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Faris a Îranê piştrast kir ku şeva înê fermandarekî Pasdarên Şoreşê yên Îranê Ferhad Dîberyan li herêma Seyda(Sit) Zêneb a li Şamê hate kuştin.Nûçeya ajansa Faris, date li ser kuştinê an jî aliyê ku ev yek kiriye, belav nekir.

Ajansa Faris destnîşan kir ku Diberyan berpirsê herêma Seyda Zêneb di dema şerê rejîmê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de bû. Her wiha di şerê li dijî DAIŞ`ê de, ew berpirsê fermandariya oparasyonên leşkerî yên li herêma Tedmirê ya Sûriyê bû.

eh