YPJ: Şoreşa jinê wê bi tekoşîn û parastina cewherî misoger bibe

​​​​​​​Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi boneya 8`ê Adarê daxuyaniyek belav kir û got: " Şoreşa jinê wê bi tekoşîn û parastina cewherî misoger bibe."

YPJ: Şoreşa jinê wê bi tekoşîn û parastina cewherî misoger bibe
7 adar, 2020   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

YPJ`ê di daxuyaniya nivîskî ku li ser malpera xwe ya fermî belav kir, 8`ê Adarê li tevahiya jinên Cîhanê pîroz kir û soza mezinkirina têkoşînê nû kir.

Berdewamiya daxuyanî wiha ye:

"Bi rihê berxwedêriya jinên tekoşînvan, azadîxwaz û lêgerînvanên xwedî bîr, bawerî û hêviyên jiyana azad, em roja 8’ê Adarê li jinên cîhanê, jinên Rojhilata Navîn û tevahî jinên Bakur  û Rojhilatê Sûrî pîroz dikin. Di şexsê tevahî şehîdên ku ji bo mirovahiyê asoya giyanên xwe kirin destanên lehengiyê bi bîrtînin. Li hemberî giyana şehîdan em soz û biryardariya mezinkirina tekoşînê nû dikin.

Di dîroka mirovahiyê de, gelan û jinên azadîxwaz her tim li hemberî pergala serdest a mêr li ber xwe dane. Li hemberî bê mafiyê, li hemberî hişmendiya qirkirina çandî, ruhî, fikrî, bedenî û dagirkirina welatan, jinan serî hildaye û pêşengiya tekoşînê kiriye. Roja 8’ê Adarê li hemberî bê mafî û feraseta ku jinê weke makîneya karkirinê didît di sedsala 20`an de bû derketinek ji bo hemû jinan. Ev derketin bi tekoşîna Clara û Rosayan hate manekirin û piştî tekoşîna bi salan hate dayîn weke Roja Jinên Cîhanê tê pejirandin. Ji tekoşîna Klara heya berxwedana Sarayan, di rûpelên dîroka tekoşîna jinan de serdemek nû dest pê dike.

 

Roja 8’ê Adarê, her sal bi tekoşîn û xwe rêxistinkirina jinan wateyek nû qezenç dike. Bi şoreşa Rojava re, di encama ked, berdêl û tekoşîna 9 salan de, di pêşengiya jinên ji hemû pêkhatiyên li Sûrî dijîn  destkeftiyên bêhemba hatin avakirin. Em bi watekirina van destkeftiyên dîrokî, 2020’an bi dirûşmeya tekoşîna me azadiyê, berxwedana me serkeftine rihê 8’ê Adarê jiyan dikin. Li hemberî temsîlkarê herî zordest yê pergala mêr çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke lehengiyê hate pêşxistin. Li hemberî faşîzma dewleta Tirk, me li ser navê tevahî jinên azadîxwaz di Adara 2018’an de Berxwedana Serdemê û di 2019’an de bi Berxwedana Rûmetê israra xwedî jiyana azad bersiv da hemû hêzên komploger. Bi sekna Avêsta ya fedayî, bi rihê şoreşger yê hevrê Ronahî, Zîn, Sara, Amara, Dilovan, bi dilwêrekiya Dayê Eqîde û tevahî dayîkên şehîdan, bi xweşikbûna rihê Hevrînan, me biryardariya tekoşîna di oxira jiyana azad de werê dayîn nû kir.

Di roja îro de ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi mezinkirina tekoşînê û kûrbûna xwe parastina cewherî heye. Cîhana em tê de dijîn hîna kuştina jinan, tecewuzkirina jinan, revandina jinan û hwd din rewa dibîne. Ji bo wê pêwîst e hemû jinên ku vê rastiya tarî ya li ser jinan tê ferzkirin bibînin û bi rihekî hevgirtî tekoşîna xwe hevpar bikin. Îro tekoşîna jin li her qada dimeşîne li ber çava ye. Ev tekoşîn pêwîste ji aliyê jinan ve hîn bi awayekî girseyî were pêşxistin. Em weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Ji bo em şoreşa jin misoger bikin û bi ser bixin em ê 2020’an tekoşîna xwe hîn xurtir bikin.

Li ser vê bingehê em careke din roja 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê, Rojhilata Navîn û tevahî jinên tekoşînvan yên di çeperên berxwedanê de li ber xwe didin pîroz dikin. Em bîr û baweriya xwe ya bi serxistina şoreşa jinan bi bîr dixin."

kc