Berdevkê Koalîsyonê: Ne ji şervanên jin baye serkeftin ne pêkan bû

Berdevkê Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ‘ê Myles B. Caggins ragihand ku hevkariya wan a QSD‘ê re û şerê li dijî DAIŞ‘ê berdewam e. Myles B. Caggins got: " Ne ji şervanên jin û têkoşîna wan a domdar baya serkeftin ne pêkan bû."

Berdevkê Koalîsyonê: Ne ji şervanên jin baye serkeftin ne pêkan bû
6 adar, 2020   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ‘ê Myles B. Caggins û Berdevkê Fermî yê Buroya Ragihandê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mustefa Balî li bargeha hêzên Amerîkayê ya li bajarokê Rimêlan daxuyaniyek çapemeniyê da.

Daxuyanî bi wesîleya rasthatina ragihandina têkçûna DAIŞ‘ê li bajarokê Baxozê hate dayîn.

Di dîroka 23‘yê Adara 2019‘an bi daxuyaniyek fermî li Heqil El-Umer ê Dêrazorê tunekirina çeteyên DAIŞ‘ê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hate ragihandin.

Berdevkê Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ‘ê Myles B. Caggins bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî silav kir û got, ew bûyerên di sala borî de û ragihandina fermî ya tunekirina DAIŞ‘ê bi bîr tînin. Myles B. Caggins anî ziman: "Em ê bi QSD‘ê re berdewam bikin ta DAIŞ‘ê bi temamî tune bibe."

Myles B. Caggins destnîşan kir ku ew heta niha bi hevkariya xwe ya bi QSD‘ê çalakiyên bi boandor ên li dijî şaneyên DAIŞ‘ê dewam dikin, ta hebûna wan bi temamî li ser erdê bi dawî bibe.

B. Caggins, kêfxweşiya xwe  bi hebûna xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tunekriina DAIŞ‘ê bi şirîkên xwe QSD‘ê re anî ziman û wiha domand: "Beriya 5 salan Koalîsyona Navnetewî şerê li dijî DAIŞ‘ê ragihand, li ser vê esasî me bi hêzên leşkerî yên li ser erdê hevkarî kir, ev kevkarî bi serkeftî encam da."

Der barê pirsa rojnamevanan a girêdayî planên wan ên pêşerojê bi QSD‘ê re B. Caggins diyar kir ew ê destekê bidomînin ta ewlehî, aramî û aştî li herêmê pêk were.

WEKÎ HÊZÊN LEŞKERÎ NE ERKÊ ME YE BERSIVA DAXUYANIYÊN EL-ESED BIDIN

Li ser pirsa girêdayî daxuyaniyên serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed a derbarê doza Kurd li Sûriyê, Mustefa Balî got: "Pêwîstiya aloziya Sûriyê bi çareseriya siyasî, bersivdayîna daxuyaniyan û şîrovekirina naverokê wê girêdayî aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Em wekî hêzên leşkerî ne erkê me ye bersiva van daxuyaniyan bidin."

Berdevkê Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ‘ê Myles B. Caggins û Berdevkê Fermî yê Buroya Ragihandê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mustefa Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz kirin, bi taybet jinên şervan . Berdevkê Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ‘ê Myles B. Caggins û Berdevkê Fermî yê Buroya Ragihandê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mustefa got: "Ne ji şervanên jin û berxwedana wan baya serkeftin ne pêkane bû."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/og3ve9Ah5xw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>