Partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiva daxuyaniyên El-Esed da- HATE NÛKIRIN

Partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhlatê Sûriyê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên serokê reîjma Sûriyê Beşdar El-Esed dan û gotin: "Înkarkirina pêkhateyekî dûrketina rewşa li ser erdê ye û yekitiya Sûriyê dixe xeteriyê."

Partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiva daxuyaniyên El-Esed da- HATE NÛKIRIN
6 adar, 2020   16:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelek partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhlatê Sûriyê der barê daxuyaniyên serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed ku hebûna kurdan li Sûriyê înkar dike, daxuyaniyek hevpar dan û gotin: "Îsrara hikûmeta Sûriyê ya ji xwendina şaş ji rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne li gorî berjewendiyan gelê sûriyê ye û yekitiya Sûriyê dixe xeteriyê."

Daxuyanî wiha ye:

"9 sal li ser kuştin, koçberî û wêrabûnê li Sûriyê re derbas bûn û hîna hîna serok Beşar El-Esed bi heman ziman û zihniyetê diaxive ku bû sedema karesekê ji bo gelê Sûriyê. Zihniyet û zimanê ku Beşar El-Esed bê diaxive dûrî ders û rastiyê li ser erd ne. Diviyabû ku ji êş û azarê gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wî biba bersiv. Ji vê mentiqê ev zihniyet nîşaneya neqebûlkirina wê ya ji çareseriya siyasî ji van azaran dide der.

Ji vir, em dixwazin teqez bikin ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Ereb, Kurd, Suryan û pêkhateyên din ên resen xwe  beriya ku dewleta Sûriyê sînorê heyî xêz bike bi hev re li herêmên xwe dijîn. Ji ber vê yekê pêkhateyên resen in û ji deverek din nehatiye û nabe tu pêkhate li ser hemwelatbûna wan  sûrî terz biaxive.

Ev pêkhate bi niştimanîbûn û resenbûna xwe hebûn û rûmeta xwe parastin dema ku rejîm ew di nava pencên terora tarî hiştin. Pêkhateyan rêveberiya xwe ya xweseriya demokratîk pêş xistin da ku ji bo tevahî Sûriyê bibe mînak. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi etnîk û baweriyên xwe bû mûzayîk. Heger Sûriyeke demokratîk pêk neyê û her welatiyekî sûrî mafên xwe yên ferdî û civakî  û azadiya xwe bi dest nexe aramî li Sûriyê ne pêkan e.

Van pêkhateyan rûmeta Sûriyê û yekitiya wî parast, berdêlê vê yekê bi xwîna deh hezaran hate dayîn. Dema ev pêkhate bi hêzên li dijî terorê tarî bû hevkar ev yek ji berjewendiya welatê Sûriyê bû. Nemaze ku ew hêz ne li ser daxwaza van pêkhateyan derket, lê belê ji bo dagiritina valahiya ya bi sedema xemsaziya rejîmê derkt. Ev hevkarî ji bo berjewendiya hevpar a li dijî terorê ne ku ji bo şerê dewleta Sûriyê  pêk hat.

Di demekê de ku em teqez dikin ku gelê me tu carî gef li yekitiya Sûriyê nexwariyê û banga parçebûnê nekiriye em bang li hikûmeta Sûriyê dikin ku baş li ser yên parçbûnê dikin û gefên dikin bi erdê Sûriya resen mîna ku ne ji pêkhateyê Sûriyê ne, lêkolîn bike. Der barê şehîdên berxwedana gelê me, em dibînin ku înkarkirina pêkhateyêkî mîna "Dûrkirina ji rastiyên li ser erdê ye" em teqez dikin ji bilî projeyeke rasateqîn û demokratîk armanî ne pêkan e. Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwana projeya netewa demokratîk de mînaka herî zindî û aktîv ji bo vê yekê. Bi înkarkirina pêkhateyekî mîna Kurdan ev proje ne pêkan e ku biserbikeve. Pêşniyara demokratîk nayê wateya înkarkirina doza Kurdî, lê belê hevgirtin û pirrengiya Sûrî pêş dixîne, çareseriya rasteqîn a doza Kurd û yên din di vir de diyar dibe. Em dibînin ku îsrara hikûmeta Sûriyê û xwendina wî ya ji geşedanên giştî bi taybet li Bakur  û Rojhilatê Sûriyê nêrînek şaş e, ne ji berjewendiyên wê ne û jî ji berjewendiyên Sûriyan e. Hikûmeta Sûriyê bi vê helwestî li Tirkiyê re lihev dike û li gorî planên Erdogan û kesên ku dixwazin welatê me Sûriyê wêran bikin û gefê li yektiyê wan dixwe û qirkirinan pêk bîne.

Li ser vê yekê em bang li hikûmeta Sûriyê dikin ku zimanê aqîl û nêzîkbûnê ji rewşa heyî bi kar bîne û ti aliyan dûr nexe, Ji ber ku dûrxistin û înkarkirin mijarê kûrtir dike û Sûriyê hewcedarî ku helwestekî aktîv û rastî hebe û ewlehî, aramî, çareseriya demokratîk pêk bîne, di serî de helwestek ku îtîrafê bi doza kurdî bike ku dê aloziya Sûriyê jî çareser bike.

Di dawiyê deme m wekî partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helweta me ya sabit heye ku em beşek ji projeya çareseriya demokratîk li Sûriyê ne, bi têkoşînek hevpar ji bo Sûriyek demokratîk, pirrengî dixebitin.

Partiyên ku daxuyanî dane ev in:

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê

Heyet Tensîq El-Weteya- Tevgera Guhertina Demokratîk

Partiya Yekitiya Demokratîk

Partiy Yekitiya Suryan

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê,

Partiya Lîberal a Kurdistanê,

Partiya Komunist a Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Kurdistanê – Sûriyê

Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê

Partiya Çepgir a Demorkatîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê

Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanê

Tevgera Nûjen a Kurdistanê

Tevgera Îslah - Sûriyê

Yekitiya Kedkarên Kurdistanê

Desteya Niştimanî ya Erebî

Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê

Partiya Kesk a Kurdistanê

Partiya Rêkeftin a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekitî)

Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Partî)

Partiya Asur a Demokratîk

Partiya Biratî a Kurdistanê

Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Yekitiya Netewî ya Azad- Rojava

Tevgera Civaka Demokratîk

Kongreya Star

Partiya Muhafizkarên Demokratîk

Partiya Têkoşîn a Demokratîk

Partiya Komarî ya Kurdistanê.

ANHA