Li Qamişlo bi wesîleya 8‘ê Adarê konê mîraseya pêkhateyan

Bi wesîleya 8‘ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên  Cîhanê konê mîrasê yê pêkhateyên herêma Cizîrê hat vedan.

6 adar, 2020   15:22
QAMIŞLO

Bi boneya 8‘ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê Tevgera Kevana Zêrîn konê mîrasê li parka Giştî ya Bajarê Qamişlo veda.

Şêniyên navçe û bajarên herêma Cizîrê bi hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û hemû pêkhateyên din, tevlî nûnerên rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cilên xwe yên folklorî herikîn bin kon.

Di parkê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan ku ser text hatibû neqişandin, wêneyê şervanên YPJ‘ê hatin daliqandin. Her pêkhateyek mîraseya xwe ya kevnar, ji cil û alavên kevn ku vedigere sedên salan hatin pêşandan. Li pêşiya kon jinên Êzidî û Ereb nanên sêlê lêdixistin.

Kon bi tevna destan û hin alavên kevn mîna sorkirina qehweyê û makîna tevnan hatibû xemilandin. Her wiha alava "Rebaba" ya pêkhateyê Ereb, cilên Êzidî û xwarina wan a bi navê "Bêxwîn" hatin pêşandan.

Pêkhateyê Suryan jî bi mîraseyên xwe beşdarî pêşangehê bû. Di pêşanggehê de tabloyên bi morî û çawa ku wêneyê Mesîh û Meryem El-Ezra li ser neqişandî û zebîla bi hêkên reng regî hatin pêşandan û gelek alavên din hatin pêşandan.

Vekirina pêşangeha mîraseyan bi axaftina Koordînasyona Kongreya Star Hediya Şemo dest pê kir. Hediya 8‘ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û anî ziman ku 8‘ê Adarê roja berdewama têkoşînê li hemberî zihniyeta baviksalarî ye, bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdulalh Ocalan jin di her qadan de pêşengtî kirin.

Piştre stran hatin gotin û govendên kurdî û erebî hatin pêşandan.

ANHA