Komxebata jinan: Ji bo parastina jinan rêzepêşniyar

Komxebata Meclisa Jin a Sûriyê ya li Amûde lidar ketiye, rûniştina xwe yekemîn girtina rêzepêşniyaran bidawî kir.

Komxebata jinan: Ji bo parastina jinan rêzepêşniyar
Komxebata jinan: Ji bo parastina jinan rêzepêşniyar
Komxebata jinan: Ji bo parastina jinan rêzepêşniyar
Komxebata jinan: Ji bo parastina jinan rêzepêşniyar
Komxebata jinan: Ji bo parastina jinan rêzepêşniyar
Komxebata jinan: Ji bo parastina jinan rêzepêşniyar
Komxebata jinan: Ji bo parastina jinan rêzepêşniyar
5 adar, 2020   15:28
QAMIŞLO

Komxebata Meclisa Jinên Sûriyê ya ku li hola Beylesen a bajarê Amûde ya  kantona  Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome.

Komxebat wê di dirêjahiya îro de lidar keve. Her wiha dabeşî du rûniştin dibe. Di her du rûniştin de dozên girêdayî jinê têne nîqaşkirin.

Di rûniştina yekemîn de gelek semîner ji hêla çalakvanên hiqûqî û cîgirê hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk Mecdulîn Hesen, çavdêra beşa tenduristî û dermankirina derûnî ya saziya Jiyan a mafên mirovan Rocîn Îsmaîl Şawîş, çalakvanê warê mafên jin û endamê desteya rêveber a Meclisa Jin a Sûriyê Suhêr Hamid û hevseroka Buroya Malî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sewla Ebdulrehman  El-Seyd ve hatin dayîn.

Endama Meclisa Jinên Sûriyê Canda Mihemed di destpêka komxebataê de axivî û behsa bandora aloziya Sûriyê yên civakî, hiqûqî, derûnî û aborî  li ser jinê kirin.

Canda di destpêkê de got: "Jin di dirêjahiya 9 salan de rastî cureyên îşkenceyê yên herî tund hatin ji kuştin û binpêkirinên dermirovî. Lê ruxmî wê jî, jinê li ser tevahiya astan gelek destkeftî bidest xistin."

Ji aliyê xwe ve çalalvanê warê mafên jinê û endamê desteya rêveber a Meclisa Jinên Sûriyê Suhêr Hamid destnîşan kir ku divê bûyerên kuştin û girtinê werin belgekirin. Suhêr îşaretpê kir ku jin û zarok çîna herî zêde rastî xeteriyên şer û kerasetên tên. Ev jî bandorên wê yên neyînî li ser aliyên bedenî, cinsî, derûnî û civakî hene.

Suhêr behsa sûcên hatine belgekirin kirin û got: "Kuştina 28 hezar û 76 jin ji hêla aliyên çalak sereke ve di dema di navbera Adara 2011`an û Adara 2019`an de hatiye belgekirin.

Li gorî raporan ji Adara 2011`an heya 25`ê Mijdara 2019`an ve 10 hezar û 363 jin hîna girtine yan jî bizanabûn ji hêla aliyên çalak ên li Sûriyê hatine veşartin."

Suhêr destnîşan kir ku di nakokiyên çekdarî de jin a herî zêde rastî bandorên derûnî dibe. Ji ber gefên kuştinê û tunebûna hîmên jiyanê yên civakî.

BANDORÊN NEYÎNÎ YÊN ŞERAN LI DIJÎ JINÊ

Suhêr di nav axaftina xwe de bandorên derûnî yên ku piştî şeran rû didin destnîşan kirin. Li beramberî wê jî dermankirina derûnî ya analîz û reftarî ya wan haletan şîrove kirin û got: `Ruxmî girîngiya destek û dermankirina derûnî li ser asta ferd anjî jîngehan an jî erdnîgariyê, lê her projeyek yan jî girtekên piştgiriya jinê pirsgirêkê ji bingeh û kokê ve çareser nake.  Li vir em tenê behsa derûnî dikin. li gorî têgeh û danasîna me ji tenduristiya derûnî re, ez  dixwazim bêjin, peydakirina amûrên pêwîst ji jinê re da ku karibe li hember pirsgirêkan bisekine. Rolên xwe li gorî geşedanan bilîze. Ev hemû wê kêm bimîne ger guhertinek rastîn di nêrîna civakê ji jinê re û rolên wê yên civakî re çênebe. Yanî amûr û şarezayên pêwîst ji jinê re bêne pêşkêşkirin heya Kariba wan baran û berpirsyariyên nû rake. Ev jî bi rêya destpêkirina projeyên perwerde û zanistî mezin pêkane. Divê bi awayekî mezin sûd ji zanista  derûnasî û reftarî bê girtin.`

JI BER ŞER JIN BÊ MAF HATIN HIŞTIN

Di rûniştina girêdayî aliyê hiqûqî de, dîmenek ku tê de hiqûqnas û cîgira hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Macdolîn Hesen axiviye hate pêşandan.

Mecdolîn hemû jinên beşdarî komxebatê bûne silav dike û dibêje: "Di çarçoveya aloziya Sûriyê de jin di nava malbat û kar de ji mafê wekheftyê pê par hatin hiştin û di destpêka êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû cûre sûc û binpêkirin li ser wê tê ferzkirin."

Macdolîn îşaret bi sûcên qirkirinê, revandin, êrişa cinsî, êşkence û lîstina bi cenazeyan ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tînin, kir.

Her wiha bal kişand ser binpêkirinên li dijî azadiya kesayetî wekî ferzkirina bendan li ser jinên li herêmên dagikirî.

Mecdolîn Hesen ji bo parastina mafên jinan pêşniyar rêz kirin.

Yek: Mîsogeirya darizandina endamên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji ber sûcên ku li dijî jinan kirine, bi taybet sûcên tundiya bendenî, divê tawîz ji qurbaniyan re were dayîn û sûcdar ji ber kiryarên xwe nayên efûkirin.

Duyem: DAIŞ‘iyên biyanî divê li dewletên xwe vegerin, xizmetên pêwîst ji qutbaniyan wekî destekdayîna derûnî û civakî werin pêşkêşkirin. Jinên ku ji ber êrişa cinsî dûcanî bûne, desteka ewlekî û qanûnî ji wan re were dabînkirin û mafên wan e zarokên xwe ji ber xwe bibin. Divê çareseriyeke qanûnê ji zarokên ku bavê wan nayên naskirin re werin dîtin, her wiha divê xebat û ji tunekirina çavkaniya malî û siyasî ji terorê were kirin û destek bi rêxistinên civaka sivîl yên desteka derûnî û civakî were kirin. Pêwîst e hevkatiyeke navdewletî hebe da ku bandora dagirkeriya Tirk çareser bibe.

Piştî bi dawîbûna qeyda dîmen a Macdolîn Hesen, deriyê nîqaşan li pêşiya beşdaran hate vekirin. Ji mijarên ku hatin nîqaşkirin, tenduristî, perwerde ya di encamên koçberiyê de, rewşa derûnî ya jinên di nava kampan de û xeteriya zewicandina zarokan.

Hate gotin ku divê asta aboriya jinan were pêşxistin bi rêya kooperatîfan destekê bê kirin.

(şx)

ANHA