Li Kobanê komxebata "Têkoşîna me azadî ye..Berxwedana em serkeftina me ye"

Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi dirûşmeya "Têkoşîna me azadî ye..Berxwedana em serkeftina me ye" komxebatek li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê li dar xist.

Li Kobanê komxebata "Têkoşîna me azadî ye..Berxwedana em serkeftina me ye"
Li Kobanê komxebata "Têkoşîna me azadî ye..Berxwedana em serkeftina me ye"
Li Kobanê komxebata "Têkoşîna me azadî ye..Berxwedana em serkeftina me ye"
5 adar, 2020   15:52
KOBANÊ

Bi dehan jinên bajarê Kobanê, nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên saziyên civaka sivîl beşdarî komxbatê bûn.

Hola komxebatê bi wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, Aqîde Osman û şehîdên jin ên Şoreşa Rojava hatibû xemilandin.

Di komxebatê de mijarên (Jin û civak, jin û siyaset û jin û şer) hatin nîqaşkirin.

Di rûniştina yekem de  ya girêdayî mijara jin û civak de, Hevseroka Desteya Jin a herêma Firatê Firyaz Berkel behsa pirsgirêkên ku rastî jinê tên kirin mîna pirsgirêkên derûnî û civakî.

Firyaz wiha domand: "Jin di mal de mîna girtî mabû. Lê xwe rizgar kir. Karînên xwe di kar û rêveberiyê de bi rêya pêşketinê îsbat kir. Destkeftiyên mezin di warên siyasî, leşkerî û civakî de bidest xistin."

Di nav axaftina xwe de Firyaz bal kişand ser bûyerên xwekuştinê ku di vê dawiyê de li herêmê rû dane û got: "Li gorî hatiye belgekirin, xwekuştin ji ber zextên civakî û derûnî bûn. Her wiha rewşa aborî ya nebaş. Tevî pirsgirêkên malbatê û zewaca di temenê biçûk de.

Di rûniştina duyemîn de (jin û siyaset) hevseroka Meclisa Qanûnsaz a herêma Firatê Foza Ebdî girêdayî nêrîna şaş a zihniyeta mêrdestiyê ji jinê re bi taybet di warê siyasetê de kir.

Foza destnîşan kir ku pêwîste jin cihê xwe di komîteyên destûrî  û dadgehê de bigire da ku karibe tev li amadekirina destûrê bibe û pergalek hevpar li ser bingeha edalet û wekheviyê ava bibe.

Foza bal kişand ser tevlibûna jinê ya çalak di pergala projeya neteweya demokratîk  û şoreşa Rojava de û diyar kir ku jinê rolek pêşeng di tevahiya waran de lîst.

Di rûniştina sêyemîn de (jin û şer) hevseroka Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê Hedle Hesen girêdayî bikaranîna jinê di dema şer û nakokiyên dîrokî de axivî û got, ev hizir hizirek kevin e. Di fikrê DAIŞ`ê de vejî. Çîroka wê bi vejandina têgeha Sebî destpê dike. Nîşaneyên wê têgehê jinê vedigerînê bîra beriya islamê (El-Cahîliye).

Hedle di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku piştî derketina fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jinê dest bi şoreşekê kir û li hember tevahiya astengiya li ber xwe da û wiha domand: "Jinê di firkê Rêber Abdullah Ocalan de dergehek ber bi azadiyê ve dît. Bê teredud şopand û ji jinek kole veguherî jinek azad. Her wiha ji jina cîhanê re bû pêşeng. Dîrok ji aliyê rastiya jinê ve guhertin. Nêrîna civakê ya şaş guhert û tev li tevahiya warên têkoşînê bû."

(şx)

ANHA