"Divê Kombûna  Erebî û Weqfa Dewletên Îslamî zextê li Tirkiyê bikin da ku ji xaka Sûriyê derkeve"

Saziya Olî ya kantonên Efrînê û Şehbayê bang li rêxistinên navdewletî û hiqûqî û bi taybetî Kombûna  Erebî û Weqfa Dewletên Îslamî kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku ji xaka Sûriyê derbike.

"Divê Kombûna  Erebî û Weqfa Dewletên Îslamî zextê li Tirkiyê bikin da ku ji xaka Sûriyê derkeve"
4 adar, 2020   14:10
ŞEHBA

Bi dehan endamên komîteya olan li mizgefta navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn û bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta Tirk a dagirker li dijî hemû gelên aşîtîxwaz şermezar kirin.

Endamê komîteya olan Mehmûd Cemo daxuyanî bi zimanê erebî xwend.

Di daxuaniyê  de wiha hat gotin:

"Wekî saziyeke olî li Efrîn û Şehbayê, em kiryarên dewleta Tirk li dijî gelên xwe û gelên herêmê yên aşîtîxwaz şermzar dikin. Tevahî bawermend bira ne, çi Milsilman, çi Suryan û Êzidî be. Her wiha hemû bawerî, ol, Erebm, Kurd û hemû pêkhateyên vê civakê bira ne. Dewleta Osmanî ya kevn û nû ku îdiaya parastina îslamê û Misilmanan dike, êrişî gelên neteweyekê dike. Gelan koçber dike, dikuje û axa Sûriyê di bin navê ola Îslamê de dagir dike.

Îşareta vê yekê jî, derbasbûna hêzên Tirkiyê û çeteyên wê ji bakurê Sûriyê re û guhartina demografiya herêmê, her wiha bicihkirina malbatên çeteyan di malên xelkê herêmê yê resen de ye.

Wek saziya olî em bang li hemû rêxistinên navdewletî û hiqûqî bi taybet bang li Kombûna  Erebî û Weqfa Dewletên Îslamî dikin ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin, da ku ji xaka Sûriyê derkeve.

)eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/l-MRRMA6vLE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>