'Baweriya me bi dewleta Tirk tune ye'

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û bang li saziyên navdewletî û NY`yî kirin ku sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê re, deynin.

'Baweriya me bi dewleta Tirk tune ye'
'Baweriya me bi dewleta Tirk tune ye'
'Baweriya me bi dewleta Tirk tune ye'
'Baweriya me bi dewleta Tirk tune ye'
'Baweriya me bi dewleta Tirk tune ye'
4 adar, 2020   12:54
QAMIŞLO

Bi meşeke girseyî ku Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê bi rêxistin kir, pêkhateyên navçeya Tirbespiyê banga şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan kirin. Meş ji pêşiya navenda Kongreya Star a li rojhilatê navçeyê dest pê kir û heta navenda ciwanan dewam kir.

Meşvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên "azadî ji bo Ocalan" rakirin û dirûşmeyên "azadiya Ocalan, azadiya gelên herêmê ye" berz kirin.

Şêniyên navçeyê bi dirûşmeyên xwe, siyasetên dewleta Tirk a derbarê Rêber Ocalan û bêdengiya navnetewî li hember rewşa Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku şewata Îmraliyê bi zanabûn hatiye pêxistin û armacna wê têkbirina vîna gelên kurdistanê ye. 

Meşa ku hey pêşiya navenda Yekitiya Ciwanan dewamkir li vir vegeriya mîtîngê. Di mîtîngê de yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Heyf Hacî axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê li dijî Ocalan û ne eşkerekirina çarenûsa wî, hewl dide vîna gelan têk bibe.

Hef Hacî tekez kir ku tevî hevdîtina malbatê  bi Ocalan re jî, gel û pêkhateyên herêmê êdî baweriyê bi dewleta Tirk nakin. Her wiha ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên navdewletî û mirovî xwest ku li gorî pîvanên xwe destwerdanê bike û tecrîda li ser Ocalan bi temamî rake.

cx

ANHA