Li Seraqibê îdiaya êrişa kîmyewî

Navenda Rûsyayê ya Lihevanînê ya Sûriyê idîa kir ku "terorîstan" hewl da çopgehên madeyên jehrî li bajarokê Seraqib yê Idlibê biteqînin.

Li Seraqibê îdiaya êrişa kîmyewî
4 adar, 2020   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) vê sibehê ragihand ku polîsên leşkerî yên Rûsyayê bi temamî ji bajarê Seraqibê vekişîne. Ev yek piştî êrişên dijwar ên ku komên çete bi desteka asîmanî ya Tirkiyê pêk anîne, pêk hat.

Rûsyayê jî bi rêya daxuyaniyên xwe ku dibêje "terorîst" hewl didin çopgehên madeyên jehrî biteqînin, hewl dide êrişa li dijî bajarê Seraqibê rewa bike û bersiva êrişa çeteyên dewleta Tirk a vê sibehê bide.

cx