Bîlançoya binpêkirinên dewleta Tirk ên 2 mehan li Erfrînê hatin eşkerekirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê-Sûriyê îro bi daxuyaniyekê encamên binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê eşkere kirin. Rêxistinê bang li rêxistinên navneteweyî kir ku erka xwe ya mirovî û exlaqî der barê koçberên Efrînê de pêk bînin.

Bîlançoya binpêkirinên dewleta Tirk ên 2 mehan li Erfrînê hatin eşkerekirin
4 adar, 2020   13:05
ŞEHBA

Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê – Sûriyê der barê binpêkirinên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava du mehan de li dijî şêniyên Efrînê pêk anîne, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya ku bi zimanê erebî ji aliyê endama rêxistinê Heyhan Elî ve û bi zimanê kurdî ji aliyê Wefa Bekir ve hat xwendin li Kampa Serdem hat dayîn. Bi sedan koçberên ji Efrînê tev li daxuyaniyê bûn û wêneyên komkujiyên bi destê dewleta Tirk a dagirker pêk hatine, hildan.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker angaşt û îdia kir ku mafê xwe yê rewa di xweparastinê de li gorî madeya 51’an ji beşa 7`emîn a mîsaqa Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk tîne û şertên madeyê pêk neanîn. Li Efrînê tu rewşên xetere yan jî êriş li dijî xaka Tirkiyê dê pêk bihatina, tune bûn. Erêkirina Meclisa Ewlehiyê yan jî agahiya dewleta Tirk di wê derbarê de, tune bû. Lê belê dewleta Tirk jixweber destwerdana dewleteke cîran kir. Hemû cureyên çekên kevn û pêşketî ji bejahî û asîmanî ve bi kar anîn. Êrişên dewleta Tirk madeyên 3, 39, 40, 41 û 50 ji mîsaqa NY`yê ya hevbeş a 42’yan binpê kirin û hemû zagonên navdewletî bi wê re hatin binpêkirin.

Encamên binpêkirinên hêzên dagirker û komên Sûriyê yên girêdayî wê li bajarê Efrînê, gundewarên herêmên Şehbayê û Şêrawa di mehên Çile û Sibata 2020`an de wiha ne:

Zêdetirî 300 hezar şêniyên resen bi zorê hatin koçberkirin, hê jî koçberkirina şêniyên resen ji destpêka dagirkirin û heta dîroka îro ve bi rêya astengiya li dijî wan bi hemû rêbazên sûcdariyê berdewam e û wiha ye:

Di van 2 mehên ji sala 2020’an de 10 sivîl hatin qetilkirin, jê 3 qurbaniyên teqînên li Efrînê û 7 jî di encama topbarana bêserûber a dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê de ne. Her wiha 10 şênî ji nav wan jî jin û zarok hene, birîndar bûn. Herêmên Şehba û gundawarên Şêrawa rojane bi dehan top û moşekan têne hedefgirtin, jê jî cihê kombûna koçberên Efrînê li dibistana gundê Ehresê ye. Her wiha rewşeke tecawizkirinê jî hat belgekirin.

Di van 2 mehan de 198 sivîl, jê jî 17 jin, bi hincetên derewîn da ku fîdyeyan bidin, hatin revandin û hê çarenûsa piraniya wan ne diyar e. Fîdye gihîşt heta zêdetirî milyonek lîreyên Sûriyê der barê gelek rewşên revandiyan de qurbaniyên teqînên mayinan de 3 ne û jê 2 kuştî û birîndarek e. Zêdetirî 25 hezar darên zeytûnê û hawîrdorê hatin qutkirin da ku bazirganiyê bi êzingên wê bikin.

Mezara olî ya bi navê Şêx Mistefa Idrîs a li gundê Qerebaba yê girêdayî navçeya Reco hat hilweşandin, her wiha Goristana Şehîd Avesta Xabûr hat hilweşandin û ji bo sûka firotina pezan hat rastkirin.

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê Mal, zevî û dikanên bazariyê yên koçberên Efrînê desteser kir û firotin ku mal û milkên bavên wan in. Her wiha konên bêserûber di navbera gundan de, li derdora bajarê Efrînê yên şêniyên ku ji herêmên şer li başûr û rojavayê Helebê direvin, hatin belavkirin û hejmara wan zêdetirî hezar kesî ye. Li kêleka wê jî zeviyên çandinî û baxçeyan ji pezên xwe re helal kirin û li nav diçêrînin, lê belê tê zanîn ku desthilatdarên Tirk ji mixtarên gundan xwest ku serjimareke ji tevahî kesên nû derbasî Efrînê dibin, li gorî qewmiyeta wan bê çêkirin. 

Li gorî Navenda Belgekirina Sivîl a Koçberên Filîstînê li Bakurê Sûriyê zêdetirî 500 malbatên filîstînî li Efrînê hatin bicihkirin û li gundên Dêr Belût û navenda bajarê Efrînê belav dibin.

Ev agahî û detay tenê ji sedî 30 ji tevahî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê ne.

Li dawiyê bang li rêxistinên navdewletî yên hiqûqî û mirovî, di serî de bang li NY’yê, rêxistinên mafên mirovan, UNICEF û UNESCO’yê dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî li gorî qanûnê rabin û fişarê li hikumeta Tirk bikin ku binpêkirinên xwe li dijî tevahî şêniyên Sûriyê bi giştî, Efrînê bi taybet rawestîne, her wiha zextê lê bikin ku tevahî hêzên xwe ji xaka Sûriyê bikişîne û bihêla koçber vegerin warên xwe. Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî, mirovî û dezgehên çapemeniyê dikin ku derbasî Efrînê bibin da ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê, kiryarên li ser erdê pêk tên, belge bikin. Di heman demê de jî bang li wan rêxistinan dikin ku vexwendnameyên lezgîn ên dadgehkirina serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, wezîrê parastinê Hulusî Akar, fermandarê erkanê yê artêşa Tirk, rêveberên Itîlafa Sûriyê û qaşo hikumeta demkî li gorî peyman û qanûnên navdewletî der barê sûcên wan de pêk bînin û lêpirsîn bikin. Her wiha alîkariyên lezgîn piştî şêniyên resen vegerîn gundên xwe pêşkêş bikin, herêma Efrînê ya ku di encama êrişa bi navê Şaxê Zeytûnê di 20’ê Çileya 2018’an de hatiye wêrankirin, ji nû ve ava bikin."

bx-fr

ANHA