Dayikên şehîdan bi boneya 8’ê Adarê serdana eniyên Kobanê û Eyn Îsayê kir

Bi boneya 8’ê Adarê, dayikên şehîdan ên herêma Firatê serdana Goristina Şehîd Dîcle kir, her wiha şandeyeke jinên Rêveberiya Xweser serdana eniyên li Eyn Îsayê kir û Roja Jinan a Cîhanê li şervanan pîroz kir.

Dayikên şehîdan bi boneya 8’ê Adarê serdana eniyên Kobanê û Eyn Îsayê kir
Dayikên şehîdan bi boneya 8’ê Adarê serdana eniyên Kobanê û Eyn Îsayê kir
Dayikên şehîdan bi boneya 8’ê Adarê serdana eniyên Kobanê û Eyn Îsayê kir
Dayikên şehîdan bi boneya 8’ê Adarê serdana eniyên Kobanê û Eyn Îsayê kir
Dayikên şehîdan bi boneya 8’ê Adarê serdana eniyên Kobanê û Eyn Îsayê kir
Dayikên şehîdan bi boneya 8’ê Adarê serdana eniyên Kobanê û Eyn Îsayê kir
Dayikên şehîdan bi boneya 8’ê Adarê serdana eniyên Kobanê û Eyn Îsayê kir
Dayikên şehîdan bi boneya 8’ê Adarê serdana eniyên Kobanê û Eyn Îsayê kir
Dayikên şehîdan bi boneya 8’ê Adarê serdana eniyên Kobanê û Eyn Îsayê kir
4 adar, 2020   12:26
KOBANÊ-EYN ÎSA

Bi rasthatina 8’ê Adarê re îro bi dehan jin û dayikên şehîdan şaxê herêma Firatê serdana Goristana Şehîd Dîcle kir.

Endamên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûne, wêneyên rêber Ocalan û alên Kongreya Star rakirin.

Li wir diya şehîd Zinar Qeremex ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, Emîna Dawûd axivî û got: "Bi saya felsefeya rêber Ocalan jin di hemû qadan de bûn xwedan hêz û vîn, mînaka wê jî şehîd Arîn Mîrkan e."

Emîna di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da û Roja Jinan li tevahiya jinan pîroz kir. Paşê jinan gul danîn ser gorên şehîdan.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Jb_ht2mSNTQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

EYN ÎSA

Bi boneya 8’ê Adarê îro jinên Rêveberiya Xweser serdana eniyên li Eyn Îsayê kir û Roja Jinan a Cîhanê li şervanan pîroz kir. Şande ji seroka Desteya Jinan Cîhan Xidiro, cîgira Desteya Jinan Rûken Mele Îbrahîm, hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî Cîhan Mihemed, cîgira hevserokatiya Kar û Barên Civakî Şervîn Minzir û hevseroka Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser Şêrîn Qemer pêk dihat.

Fermandara Meclisa Leşkerî ya Kantona Girê Spî Rûsêl Zinarîn û tabûra şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pêşwaziya şandeyê kir. Şandeyê 8 Adarê li şervanan pîroz kir û bal kişand ser berdêl, têkoşîn û berxwedana şervanan. Şandeyê îşaret bi berxwedana şervanên YPJ`ê li eniyên şer kir û da zanîn ku jin li dijî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê disekinin.

Paşê fermandar Rûsêl Zinarîn piştrast kir ku jin bi vîn û israra xwe li dijî êrişên artêşa Tirk disekinin û parastina xak û gelên xwe dikin. Şandeyê serdana çend nûqteyên Eyn Îsayê jî kir.

 eh

ANHA