Li Başûr kesekî ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest da

Li Başûrê Kurdistanê ji ber vîrusa Koronayê kesekî jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku kesê jiyana xwe ji dest daye, 70 salî bûye.

Li Başûr kesekî ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest da
4 adar, 2020   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku li Silêmaniyê melayek (70) bi vîrusa Koronayê ketiye û rewşa tenduristiya wî nebaş e.

Saetekê piştî daxuyaniyê, Rêveberiya Tenduristiyê ya Silêmaniyê dîsa daxuyand ku melayê bi vîrusê ketiye, jiyana xwe ji dest daye.