Li Idlibê şer 4 leşkerên tirk hatin kuştin

Di şer û pevçûnên dijwar ku li gundewarên rojhilatê Idlibê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên ku destekê ji dewleta Tirk digirin de 4 esker dewleta tirk hatin kuştin.

Li Idlibê şer 4 leşkerên tirk hatin kuştin
4 adar, 2020   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker bi rêya balafirên keşfê û topan, topbarana li ser navendên hêzên rejîmê li Seraqib û gundewarên rojhilatê bajarê Idlibê didomîne. Her wiha hêzên rejîmê Sermîn, Qimînas, El-Neyreb, Afis, El-Mestûme û Biniş bi moşekan topbaran dikin.

Ji şevê din heta îro balafirên Rûsyayê eniyên gundewarên bajarên Seraqib û Sirmîn bombebaran dikin. Her wiha şerê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de didome. Hewldanên hêzên rejîmê bi alîkaiya asîmanî û bejahî ku dixwaze gund bixe bin serweriya xwe, didome.

Balafirên Rûsyayê duh zêdetirî 81 caran Sermîn, Biniş, Afis, herêmên din ên gundewarên Idlibê, bajarokê Tuqad û derdora gundewarên Helebê bombebaran kirin. Balafirên şer ên rejîma Sûriyê duh herî kêm 27 caran bombebaran pêk anî.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama topbarana hêzên rejîmê li dijî baregehên leşkerên Tirk li El-Tirinbe û baregeha El-Mestûma ya gundewarên Idlibê de 4 leşkerên Tirk hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne.

bx