Mijarên rojnameyên erebî – 4 Adar

Rojnameyên erebî yên îro der barê êrîşa dewleta Tirk a li Idlibê û bikaranîna mijara koçberan, her wiha geşedanên li Iraq û Lîbyayê de nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî – 4 Adar
4 adar, 2020   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-BEYAN: ÊRIŞAN TIRKIYÊ… BERIYA HEVDÎTINA PÛTÎN Û ERDOGAN PÊŞBIKRA BI DEMÊ RE

Rojnameya El-Beyan di raportekê de der barê hewlanên Tirkiyê û beza wê ya beriya hevdîtina Pûtîn û Erdogan de nivîsî: "Destwerdana Tirkiyê li bakurê Sûriyê dewam dike, hewl tê dayîn ku destwerdanê di hevdîtina serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de bê bikaranîn, wekî çawa berê mijara koçberên Sûriyê hatiye bikaranîn, dema ku Tirkiye berê deh hezaran koçberan daye sînorên Yewnanistanê da ku ber bi Ewropayê ve biçin, koçber jî li naverastê di nava sermayê de radizên  û bombeyên gazê bi ser wan de dibarin.

Di vê navberê de balefireke şer a Sûriyê hate rûxandin, terorîsên ku alîgirê Enqereyê ne, bi laşê pîlotê kuştî lîst û vîdeoya wê belav kirin. Terorîstên ku Enqere wan bi kar tîne, guh û bêvila pîlot birîn û rûyê wî xerab kirin. Her wiha dengê yekî terorîst dihat çawa ji bo yê kuştî dijûn dikin û dengê qîrîna “ellahuekber” bilind dibû.

Ajana Sûriyê SANA, li ser zimanê çavkaniyeke leşkerî ragihand: "Duh saat di 11.03’an de dema ku balefireke me ya şer li başûrê Idlibê li dijî komên terorîst erkên xwe dikir, rastî mûşeka balefirên rejîma Tirkiyê hat û hate rûxandin û bakurê Meeret El-Nûman ket."

EL-EREB: "DI NAVBERA ALMANYA Û FRANSAYÊ DE DER BARÊ ERDOGAN Û KOÇBERAN DE NAKOKÎ DERKETIN

Rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Nêzîkatiya şêweirmenda Almanyaya Angela  Merkel der barê aloziya koçberan û sozên der barê herêma ewle de li bakurê Sûriyê ku li gorî planên Erdogan e, li dijî helwestên Fransayê bû, ya ku got vekirina deriyan li pêşiya pêla koçberan kiryareke şantajê ye û nayê qebûlkirin.

Hin kesên ku beşdarî civîna şêwirmenda Almanyayê bi endamên parlemanê re bûbûn, diyar kir ku wê gotiye ew ne li dijî avakirina herêmeke ewle ye li bakurê Sûriyê.

ŞERQ EL-EWSAT: SALIH BI LÎDERÊN ŞÎIYAN RE MIJARA BIJARTINA SEROKEKÎ HIKÛMETÊ GOTÛBÊJ DIKE

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameyê wiha nivîsî: "Piştî ku serokwezîrê Iraqê yê erkdar Mihemed Tewfîq Elawî ji erkên avakirina hikûmeta da aliyekî, dîsa mijara hilbijrartina namzetekî nû ji serokatiya hikûmetê vegeriya (mala) şîiyan, jixwe di navbera komên siyasî yên parlemanê de nakokiyên mezin hene.

Xuya ye ku bijarteya herî guncaw ji bo avakirina hikûmeteke nû, hilbijartinên pêşwext in ku pêwîst e beriya dawiya salê bêne çêkirin. Lê belê pir astengî hene ku dibe dilbijartin dereng bimînin, ji wan astengiyan, zagonan hilbijartina hîna bi dawî nebûye, her wiha li Iraqê ev bû şeş meh xwepêşandan dewam dikin.”

EL-EREB: HIKÛMETA WÎFAQÊ JI BO ŞER DEST DATÎNE SER PEREYÊN LÎBIYAN

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Hikûmeta Wîfaqê dest danî ser pereyên lîbyayiyan, mûçeya meha Sibatê neda, tevî ku wezîrê aboriyê gotibû ku pere hene û dikarin mûçeyan bidin, ev kiryar hemû ji bo wê ye ku pere, çek û çeteyan bişînin eniyên şer."