​​​​​​​Artêşa dagirker bejahiya Minbicê topbaran dike

Artêşa Tirk a  dagirker bi çekên giran gundên bakurê rojavayê Minbicê topbaran dikin.

​​​​​​​Artêşa dagirker bejahiya Minbicê topbaran dike
3 adar, 2020   19:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand, artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Ereb Hesen ê bakurê rojavayê bajarê Minbicê topbaran dike, heta niha 7 top li gundên ketine. Navendê diyar kir ku nuqteyên hêzên rejîma Sûriyê jî bi çekên giran tên topbarankirin.

Di heman demê de balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser xeta eniyê difirin.

ANHA