Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk aktoreke xeter li ser yekitî û pêşeroja Sûriyê ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Dewleta Tirk a dagirker aktorek xeter li ser yekitî û pêşeroja Sûriyê ye. Li dijî wê divê xebateke hevpar were meşandin û planên wê werin teşhîrkirin."

Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk aktoreke xeter li ser yekitî û pêşeroja Sûriyê ye
3 adar, 2020   20:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şantajkirina Ewropa bi penaberên Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

‘‘Çend rojên li pêşiya me aloziya Sûriyê derbasî sala xwe ya 10‘an dibe, hêjî alozî kur e û ti asoyên çareseriyê tunene. Her wiha derfetên çareseriyeke rasteqîn tunene. Hemû hewldanên ku hewldanên derdikevin di navbera wê û rewş û pêwîstiya Sûriyê şerx heye, ev bi tena serê xwe çareseriya siyasî asteng dike.

Aktorên ku temenê aloziya Sûriyê dirêj kir, îsrara desthilata Şamê li ser çareseriya leşkerî ji aliyekê ve û dagirkeriya Tirk û teror bi hemû cûreyên xwe ji aliyekî din ve ne. Hîna xeteriya terorê li ser Sûriyê heye û rola Tirkiyê jê ne kêm e. Nemaze rola neyinî ya Tirkiyê ya diyarker a ji destpêka aloziya Sûriyê ve.

Bi hebûna Tirkiyê ne mumkin e ku çareserî pêk were. Herêmên ku Tirkiyê dagirkirine aktora destekdayînê ji komên terorîst re ye. Divê herêmê werin rizgarkirin û Tirkiyê û çeteyên wê ji herêmên werin derxistin, di serî de ji Efrîn, Babê, Cerabkus, Ezaz, her wiha Serêkaniyê û Girê Spî.

Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dikin ku hincet û îdiayên Erdogan hemû armacên wê diyar dike. Erdogan deriyê xwe li pêşiya penaberan vekir da ku pê cîhanê şantaj bike, cîhana ku li hemberî destekdayîna Tirkiyê ya bi terora li Idlibê re dengê xwe dernakexe. Tê zanîn ku em hertim hişyarî der barê planên Tirkiyê didin. Bûyerên ku li Idlibê rû didin tenê delîlên pratîkî ne ku projeyên Erdogan dagirkirin e, armanca wî rûxandina gelemperiya Tirkiyê, ne tenê herêmeke diyarker wekî ku hin kes texmîn dikin.

Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê careke din diyar kirin ku dagirkeriya Tirk aktoreke xeter û tehdîd e, divê xebateke hevpar were meşand da ku dagirekerî were derxistin û planên wê werin eşkerekirin, nemaze planên di bin navê dosyaya koçberan û destekda mirovî û medenî. Bi hebûna dagirkeriya Tirk aramî ne pêkan e, ji ber ku Tirkiyê yekitiya Sûriyê û pêşeroja Tirkiyê dixe xeteriyê."

ANHA