SOHR: Li Idlibê bi kêmanî 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di êrişê bejahî ya hêzên rejîma Sûriyê de bi kêmanî 10 kuşt û birîndarên hêzên Tirk çêbûn. Her wiha diyar kir ku balafirên bê mirov ên Tirkiyê kombûnên hêzên rejîmê kirin hedef.

SOHR: Li Idlibê bi kêmanî 4 leşkerên Tirk hatin kuştin
3 adar, 2020   18:58
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR, diyar kir ku di topbarana hêzên rejîmê yên li dijî nuqteyên hêzên Tirk ên li gundên Tirnebe û Mestûma yê Idlibê 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker  hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku leşkerên birîndarên Tirk bi helîkopteran ber bi Tirkiyê ve hatin şandin.

Li gorî SOHR, hêzên rejîmê bi moşekan nuqeteyên hêzên Tirkiyê yên li derdora gundên Tirnebê yê rojavayê Seraqib topbaran kirin.

SOHR, diyar kir ku di balafirên bê mirov ên Tirkiyê nuqteyên hêzên rejîmê li Keleha Mîrza yê Bakurê Corcîn ê gundewarê rojavayê Hemayê û derdora bajarê Meret El-Nûman kirin hedef. Her wiha hate diyarkirin ku, alavên leşkerî û dikên moşekan ên li der dora bajarokê Mer Dibsa yê Idlibê û erebeyek tije cebilxane li bajarokê Zerbe yê gundewarê başûrê Helebê hatin hedefkirin