Navenda Rêveberiya Giştî ya Tevgera Mezopotamyayê li Qamişlo hate vekirin

Tevgera Mezobotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, navenda xwe ya yekemîn a Rêvberiya Giştî li kolana rêya Amûdê ya bajarê Qamişlo vekir.

Navenda Rêveberiya Giştî ya Tevgera Mezopotamyayê li Qamişlo hate vekirin
Navenda Rêveberiya Giştî ya Tevgera Mezopotamyayê li Qamişlo hate vekirin
Navenda Rêveberiya Giştî ya Tevgera Mezopotamyayê li Qamişlo hate vekirin
Navenda Rêveberiya Giştî ya Tevgera Mezopotamyayê li Qamişlo hate vekirin
Navenda Rêveberiya Giştî ya Tevgera Mezopotamyayê li Qamişlo hate vekirin
Navenda Rêveberiya Giştî ya Tevgera Mezopotamyayê li Qamişlo hate vekirin
Navenda Rêveberiya Giştî ya Tevgera Mezopotamyayê li Qamişlo hate vekirin
3 adar, 2020   16:00
QAMIŞLO

Merasîmê vekirinê li Parka Xwendinê yê bajarê Qamişlo bi beşdarbûna nûnerên rêveberiya xweser, partiyên siyasî, hunermend û rewşenbîr li dar ket.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir, piştre koma Mihemed Şêxo ya mûzîka Kurdî berhemek xwe pêşanda.

Di merasîmê de hevserokê Tevgera Mezopotamiya Ehmed Çetelê axivî, bi xêr hatina mêvanan kir û hemû şehîdên tevgera çand û huner bi bîr anî. Ehmed got: " Em li ser sozên xwe bin û şopdarên rêya azadiyê bin."

Paşê hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Nûr Wegaa axivî û got: "Bi navê desteyê ez vekirina vê navendê li we pîroz dikin. Ev navend wê bibe sîwana hemû rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Her wiha endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl axivî, malbatên şehîdan sivlav kir û got: "Vekirina vê navendê berhemên keda şehîdan. Em di nava şoreşê de dijîn, ev şoreş ne tenê şoreşeke siyasî û leşkerî ye, di heman demê de şoreşek li ser asta hemû qadan. Yek ji lingên vê şoreşê şroreşa çandê ye."

Xelîl destnîşan kir ku herêmê di pêvajoyeke nazik û çarenûsî re derbas dibe, mîna Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e û got. "Divê em têkoşîna xwe di aliyê ruhî, manewî, civakî û hunerî bilind bikin.

Aldar Xelîl da zanîn ku hemû karên di demên dawî de hatine kirin, pîroz be, bi taybet di aliyê çand û hunerê de ku dikarî di şoreşê gav bi gav pêşbixîne û moralê gel bilind bike.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl diyar kir ku Tevgera Çand û Hunerê kedek mezin ji bo eşkerekirina siyaset û kiryarên dewletên dagirker ên bi armanca qirkirina çanda gelan meşdan û got: "Dijmin qirkirina çand û zimanê me armanc dike, dixwaze çand û zimanê xwe li ser me ferz bike. Guhertina demografî ya li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tê kirin delîlê vê yekê ye."

Di dawiyê merasîmê de, deriyê navendê ji aliyê kurê şehîd Kisra Yûsif ve, yê ku endamê Koma Botan bû û di 1‘ê Kanûna 2014‘an de şehîd bû, hat vekirin.

ANHA