Li Reqayê bi boneya 8`ê Adarê rêzecivîn hatin lidarxistin

Li bajarê Reqa û gundê Kesert Ferec têkildarî 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rêzecivîn û semîner hatin orgenîzekirin û sîneviyon girêdayî jiyan û dîroka jin li Reqayê hatin pêşendan.

Li Reqayê bi boneya 8`ê Adarê rêzecivîn hatin lidarxistin
Li Reqayê bi boneya 8`ê Adarê rêzecivîn hatin lidarxistin
Li Reqayê bi boneya 8`ê Adarê rêzecivîn hatin lidarxistin
Li Reqayê bi boneya 8`ê Adarê rêzecivîn hatin lidarxistin
Li Reqayê bi boneya 8`ê Adarê rêzecivîn hatin lidarxistin
Li Reqayê bi boneya 8`ê Adarê rêzecivîn hatin lidarxistin
Li Reqayê bi boneya 8`ê Adarê rêzecivîn hatin lidarxistin
3 adar, 2020   16:15
REQA

Rêveberiya Jin, Meclisa Malbatên Şehîdan û Buroya Jin a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê di çarçoveya çalakiyên 8`ê Adarê de bi dirûşmeya `Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e` rêzecivîn li navenda bajarê Reqayê lidar xistin.

Bi heman armancê Meclisa Jin a Sûriyê semînerek li gundê Kesret Ferec ê başûrê gundewarê bajarê Reqayê orgenîze kir.

Di civîna li bajarê Reqayê de lidar ketiye de, endama Rêveberiya Jin a Reqayê Ebîr El-Xelef Roja Jinan a Cîhanî li tevahiya beşdaran pîroz kir û got: "Bi giyana Eştar û Beramatos em gavan li ser şopa berxwedana xwe û jinên ciwan ên ku teror û tevhiya hêzên tarî tune kirin, davêjin. Bi rêya wê em li hezkirin, azadî, edalet, xweşikbûn û kokên dîrokî yên azadiya jinê geriyan."

Ebîr destnîşan kir ku 8`ê Adarê roja ku jin li hember zordarên ku bi awayekî ne wek hev jinê hikum kirin, sekinîye. Ebîr anî ziman ku berxwedana jinê heya roja me ya îro berdewam e.

Di civînê de Ebîr beha şertên tecrîdê û komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê kirin. Ebîr îşaret pê kir ku binpêkirinên desthilatên Tirkiyê ji hişktirîn cureyên binpêkirinan e.

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Viyan Reqa got: "Jin bi şehadet, rêxistinkirin û berxwedanê di rêya azadiyê de meşiyan. Barên şoreşê rakirin. Erkên xwe anîn cih û xwe di nav hêzek leşkerî de xwe birêxistin kirin."

Di semînera li gundê Kesret Ferec de endama Meclisa Jin a Sûriyê Sûad Kurdî axivî û got: "Berxwedana jinê bi xwe çandek berhema wê ji destpêka dîrokê ve heya roja me ya îro ye. Maf, destkeftî û nirxên dîrokî encamên dîrok û têkoşîna jinan ên 40 salî ne, jinên ku jiyana xwe kirin rêyek ber bi azadiyê ve."

Di civînan de sinevizyonek girêdayî jiyan û dîroka jinê li bajarê Reqayê hate pêşendan.

(şx)

ANHA