Rêveberiya Sivîl a Minbicê ji bo koçberên Idlibê banga alîkariyê kir

Rêveberiya Sivîl  a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên bi daxuyaniyekê bang li rêxistinên alîkariyê kir ku erkê xwe li beramberî koçberên Idlibê bi cih bînin.

Rêveberiya Sivîl a Minbicê ji bo koçberên Idlibê banga alîkariyê kir
3 adar, 2020   16:03
MINIBC

Daxuyanî li kampa "Cedîdet El-Huner" a koçberên Idlibê ya 26 km dikeve başûrê bajarê Minbicê ji aliyê cîgira Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gudewarên wê Şehrîban Çawîş ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji ber şerê li parêzgeha Idlibê û gundewarên wê rû didin ku di encamê de sivîl hatin qetilkirin û koçberkirin û binsaziya herêmî hate rûxandin Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo pêşwazîkirina koçberên ji herêmên bi nakok însyatîfek ragihandin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmên rêveberiya gelek kamp ava kirin. Ji wan kampa Cedîdet El-Huner a li Minbicê. Ev kamp têra derdora hezar û 500 malbatan dike. çareya yekem a kampê hate amdekirin. 300 kon li ser hesabê Rêveberiya Xweser hatin danîn bêyî ku ti aliyek destekê bibe. Her wiha kehrebe, av û xetên kanalîzasyonê hatin dabîkiirn.

Ji vir ji erdê kampa Cedîdet El-Huner, em Rêveberiya Sivîl a Minbic û Gundewarên wê bang li rêxistinên navdewletî û rêxistinên mirovî yên alîkarî û tenduristiyê dikin ku desteka tenduristî ya lezgîn li gorî pîvanên bersivdayîna awarte pêşkêş bikin bi taybet ji bo jin û zarokan û desteka pêwîst bidin şêniyên ku ji hîmênê herî kêm ên jiyanî bê par in, her wiha hemû pêwîstiyên kampê bi cih bînin."

ANHA