Bi hezaran şêniyên herêma Firatê ji bo Ocalan meşiyan

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê ji bo naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan. Her wiha bang li desthilatên Tirkiyê kirin ku yekser rewşa Rêber Ocalan eşkere bikin.

3 adar, 2020   15:33
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê, Minbic, Girê Spî, Eyn Îsa, endam û endamên rêveber ên sazî û partiyên siyasî tev li meşê bûn. Meş ji Pira Qereqozaq destpê kir û li Parka Rêber Abdullah Ocalan li ber çemê Firatê bi dawî bû.

Şêniyan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan tevî pankartên bi nivîsên "Bê Serok jiyan nabe" û banga azadiya Ocalan dikin hildan.

Meş li ber parkê rawestî û veguherî mitîngê. Piştî deqeya rêgirtin, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Ehmed Xoce axivî û got: "Tevahiya dewletên komplogerên li dijî Rêber Ocalan baş dizanin ku fikrê Rêber Ocalan rêya xilasiya gelan ji koletî û zulmê ye. Gavên rêbertî davêje mîna xencerê di zika wan dewletên ku gelên xwe kontrol dikin de ye."

Xoca di dawiya axaftina xwe de bang li dewleta Tirk kir ku rewşa Ocalan eşkere bike piştî bûyera şewatê li girava Îmraliyê.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbic Mihemed El-Ebo axivî û got: "Em li vir in ji bo ku dengê xwe bigihînin cîhanê û binpêkirinên dewleta Tirk ji wan re ragihînin. Peyama me ji cîhanê re ew e ku gelê Sûriyê bi tevahiya pêkhateyên xwe li hember komployên Tirkiyê yek e."

El-Ebo bang li Tirkiyê kir ku li gorî qanûnan kar bike û rewşa Rêber Ocalan eşkere bike.

Endama rêveber a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kongreya Star a herêma Firatê Felek Yusif got: "Dewleta Tirk hovantirîn sûcan li dijî gelên herêmê pêk tîne û azadîxwazan digire."

Felek bang li gelên azadîxwaz kir ku ji xewa xwe şiyan bin, ji ber ku xewa wan dirêj kir. her wiha bang li dewleta Tirk kir ku rewşa Rêber Ocalan eşkere bike û rê bide hevdîtinên parêzer û Rêber Ocalan da ku gelê Kurd rewşa Rêber nas bike. Felek bang li rêxistnên mirovî kir ku erka xwe bînin cih.

(şx)

ANHA