Şêniyên Rimêlan û Girkê Legê çalakiya li Qamişlo dewr girtin

Li Qamişloyê, çalakaiya konvedanê ya ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û banga eşkerekirina tenduristiya Rêber Ocalan piştî bihîstina agahiya pêkhatina şewatekê li girava Îmraliyê, di roja 6‘an de didome.

Şêniyên Rimêlan û Girkê Legê çalakiya li Qamişlo dewr girtin
Şêniyên Rimêlan û Girkê Legê çalakiya li Qamişlo dewr girtin
Şêniyên Rimêlan û Girkê Legê çalakiya li Qamişlo dewr girtin
Şêniyên Rimêlan û Girkê Legê çalakiya li Qamişlo dewr girtin
3 adar, 2020   15:19
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarokê Rimêlan û navçeya Girkê Legê serdana konê çalakiyê kirin û nobetdarî ji şêniyên navçeyên Til Koçber û Çil Axa wergirtin.

Konê çalakiyê li ber avahiya Komseriya NY`yê ya li bajarê Qamişlo hatiye vedan. Konê çalakiyê bi pankartên bi nivîsên "Em bang dikin ku parêzer di zûtirîn dem de serdana Îmraliyê bikin" û "Ji Rêber Ocalan re azadî" hate xemilandin.

TIRKIYÊ ARMANC DIKE DÎROKÊ BIŞEWITÎNE

Çalakiya îro bi axaftina endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Girkê Legê Fûad Sadî destpê kir. Sadî got: "Îro em di bin konê şeref û rûmetê kom bûne ji bo ku piştgiriya rêya têkoşîn û azadiyê bikin. rêya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan." Sadî destnîşan kir ku dewleta Tirk di kesayeta Rêber Ocalan de bi rêya şewata li girava Îmraliyê dixwaze dîrokê bişewtîne û dîroka azadiya gelan tune bike.

Sadî diyar kir ku şerên niha li Rojhilata Navîn rû didin li ser astên leşkerî, siyasî, dîplomasî û olî tenê ji bo ku dewletên kapîtalîzmê planên xwe yên mitînger pêk bînin. Ew jî berdewama komploya 15`ê Sibata 1999`an e.

Sadî di berdewama axaftina xwe de got: "Dewletên komploger hewl didin şerê cîhanê yê sêyemîn di kesayeta Rêber Ocalan bidin destpêkirin. Bi armanca guhetina nexşerêya Rojhilata Navîn û bi rêya çandina fîtneyan di navbera gelên herêmê de li ser astên olî û netewî carek din xêz bikin."

Her wiha Fûad Sadî bal kişand ser ku gelên herêmê li hember van komployan asta têkoşîn û berxwedanê li Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê mezin kirin û komplogeran hejandin.

Sadî bêdengiya rêxistinên navneteweyî û hiqûqî yên ku parastina mefên mirovan îdia dikin, li hember tecrîda giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker, herî dawî şewata li girava Îmraliyê şermezar kir.

Di dawiya axaftina xwe de Sadî destnîşan kir ku Rêber Ocalan serî ji siyasetên dewleta Tirk a dagirker re netewand, berovajî wê dîwara girtîgeha Îmraliyê bi têkoşîn û fikrê xwe şîkand.

Ji aliyê xwe ve endama Kongreya Star Esma Murad, konê çalakiyê bi konê wijdan û hebûn û nebûnê wesifand. Esma bang li tevhiya gelên cîhanê kir ku li hember serokê terorîstên DAIŞ`ê Erdogan ê ku tevahiya rêbarên çewisandina li dijî Rêber Ocalan dimeşîne bisekinin.

Esma destnîşan kir ku Rêber Ocalan jin ji zulm û koletiyê rizgar kir. Esma soza şopandina rêya Rêber Ocalan û tevahiya şehîdên mirovahiya da û ew ê li dora Rêber Ocalan xwe bikin xelekek ji agir û got: "Em aştîxwaz, azadîxwaz in û banga edalet û mirovahiyê dikin, em ne aşiqê xwîn û şeran in."

(şx)

ANHA