Hevdîtin bi Ocalan re pêk hat

Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand malbata Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê hevdîtin pêk anîne.

Hevdîtin bi Ocalan re pêk hat
3 adar, 2020   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê wiha ye:

''Malbatên miwekîlên me yên ku li girava Îmraliyê têne girtin, yên Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayrî Konar û Birêz Veysî Aktaş bi çarçoveya serdana malbatê îro bi miwekîlên me re hevdîtin pêk anîne. Bi hurmet ji bo raya giştî radigihînin.''