Çalakiya konvedanê ya li Hesekê di roja 6‘an de didome

Nûnerên tevgerên partî û ciwanan ên navçeya Şedad û Meclisa Rûspiyên Hesekê bêdengiya civaka navdewletî, rêxistinên mirovî û hiqûqî ya der barê paşguhkirina desthilatên Tirkiyê ya rewşa tenduristî ya Ocalan şermezar kir û xwestin fişarê li dewleta Tirkiyê bikin da ku rewşa Ocalan eşkere bikin.

Çalakiya konvedanê ya li Hesekê di roja 6‘an de didome
Çalakiya konvedanê ya li Hesekê di roja 6‘an de didome
Çalakiya konvedanê ya li Hesekê di roja 6‘an de didome
Çalakiya konvedanê ya li Hesekê di roja 6‘an de didome
Çalakiya konvedanê ya li Hesekê di roja 6‘an de didome
Çalakiya konvedanê ya li Hesekê di roja 6‘an de didome
Çalakiya konvedanê ya li Hesekê di roja 6‘an de didome
Çalakiya konvedanê ya li Hesekê di roja 6‘an de didome
3 adar, 2020   14:47
HESEKÊ

Çalakiyên konvedanê ya li bajarê Hesekê ya  ji 27’ê Sibatê ve ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û banga eşkerekirina çarenûsa tenduristî ya Ocalan di roja 6’an de didome. Gelek nûnerên sazî, partî û rûspiyên herêm û eşrîên ji tevahî pêkhateyan  beşdarî çalakiyê bûn.

Şênî û nûnerên tevgerên siyasî û ciwanan a navçeyên Şedad, Mergede û Erîşa çalakiya îro dewr girtin.

Bi navê ciwanên şoreşger ên Şedadê Fatme Mihemed axivî û diyar kir ku ew tev li çalakiyê dibin ku daxwaza azadiya rêber Ocalan misoger bikin.

Fatme anî ziman ku tevgera ciwanan mertala li hember her komployekê ku fikra azad hedef digire.

Bi navê Buroya PYD’yê ya Şedadê Fadil Ehmed axivî û destnîşan kir ku komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de şexsê rêber Ocalan hedef girtiye, bi tevkariya navdewletî pêk hat.

Ehmed wiha dom da gotinên xwe: "Tenê dîlgirtin bes nedîtin, lê belê sirgûnî derya û girtîgeha ku hêsantirîn pêdiviyên jiyanê tê de nîn in, kir. Li dijî rêber Ocalan tevahî rêbazên çewisandin û hovîtiyê bi armanca xwejêselaskirinê pêk tînin."

Ehmed anî ziman ku "Em şêniyên başûrê Hesekê bi tevahî pêkhateyên wê berê xwe da bin vê konê da ku rastiyê bêjin, hûn nikarin roja azadiyê taraî bikin."

Bi navê Meclisa Rûspiyên Hesekê rûspiyê eşîra Şerabîn Sabit Cewher daxuyanî xwend xwend û got: "Bi navê Meclisa Rûspiyên Hesekê û Meclisa Eşîrên Kurd ên Cezîra Sûriyê, tecrîda girankirî ya ku hikumeta Erdogan a sûcdar li dijî rêber neteweya demokratîk rêber Ocalan ferz kiriye şermezar dikin, her wiha banga eşkerekirina tenduristiya Ocalan piştî şewata girava Îmraliyê dikin.

Sabit Cewher bang li tevahî saziyên civaka sivîl, meclisa ewlehî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bihêlin parêzerên rêber Abdullah Ocalan serdana wî bikin ku tenduristiya wê zanibin.

Têkildarî mijarê, Rêveberiya Dibistanên Hesekê meşeke şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk ên li dijî Ocalan û redkirina wê ya eşkerekirina tenduristiya Ocalan li dar xist. Di meşê de bi hezaran mamoste û xwendekar li pêş Komleya Perwerdê ya taxa Til Hecer  kom bûn. Girse wêneyên Ocalan hilda bûn. Piştre meşvanan berê xwe da konê çalakiyê ya li taxa Kelasê û dûvre bi navê Rêveberiya Giştî ya Dibistanên kantona Hesekê hevserok Jînda Ehmê daxuyanî xwend.

Jînda got ew mamosteyên bajarê Hesekê komploya faşîsta Tirk û siyasetên wê li hember rêber Ocalan şermezar dikin.

Jînda got: "Ti kes nikare vîna gelê me têk bibe. Em ê têkoşîna xwe heta azadî û demokratiyê bidomînin."

Jînda Ehmê destnîşan kir ku hedefa Tirkiyê qutkirina rê li hember felsefeya neteweya demokratîk ku wekhevî, azadiya jinan, edaleta civakî pêk tîne û li dijî siyasetên dewletên kapîtalîst e.

Her wiha bang li gelê Kurd bi taybet û gelên Rojhilata Navîn bi giştî  kir ku berxwedan û serhildana azad berdewam bikin, rêça metoda rêber û şehîdên ku canê xwe ji bo rûmeta civakê feda kiriye, bişopînin."

(fr)

ANHA