​​​​​​​Lîstika ‘menqele’ ji kalepîran heta nifşên îro tê lîstin

Heta rojên îro lîstikên gelêrî û kevneşopî yên kevn li başûrê rojhilatê navçeya Şedadê têne parastin. Kalepîran li gel xwe alavên wan hilanîne da ku bidin zarokên xwe. Lîstika ‘menqele’ jî yek ji wan e.

​​​​​​​Lîstika ‘menqele’ ji kalepîran heta nifşên îro tê lîstin
​​​​​​​Lîstika ‘menqele’ ji kalepîran heta nifşên îro tê lîstin
​​​​​​​Lîstika ‘menqele’ ji kalepîran heta nifşên îro tê lîstin
2 adar, 2020   10:02
HESEKÊ – BASIM EL-DEXÎL

Lîstika ‘menqele’ ji lîstikên gelêrî ye. Li hemû malên gundewarên Şedadê ev lîstik heye.

Şêxên eşîr û qebîleyan wek semboleke gelêrî ji nifşekî heta nifşekî din li gel xwe dihêlin. Lîstikên ‘menqele’ û ‘dama’ ji zêdetirîn lîstikên gelêrî yên li herêmê ne.

Li gorî çavkaniyên dîrokî ku dîroka lîstika menqele vedigere sedsal 6`an a zayînê. Zanyarên şûnwaran gelek sembolên ku diyar dike, ev lîstik di wê demê de hebû, dîtin. Lîstik li gelek dewletên Afrîkayê ku şêniyên wê çandinî esas digirtin, hebû. Navê lîstikê ji zimanê erebî hatiye (neqil yan jî neqle) veguhastin. Ji ber ew veguhastina keviran ji kortekê ber bi korteke din ve dibe.

Xilêf El-Casim yek ji navdarên vê lîstikê li navçeya El-Deşîşe ye û wiha got:"Me ev lîstik ji kalikên xwe girt. Di nava 70 salên borî de me bi lîstikê dilîst. Ev lîstik esasê wê mêjî û hesab e. Ji setrencê ne kêmtir e."

El-Casim (85) destnîşan kir ku pêşbaziyên vê lîstikê li ser asta Sûriyê dihat lidarxistin, gelek kesên ku ji vê lîstikê hez dikirin, tev lê dibûn.

El-Casim di jiyana xwe de beşdarî gelek pêşbaziyên taybet ên lîstikê bûye û bi gelek kesên pispor re lîstiye her wiha gelek caran xelat girtiye.

Girêdayî mijarê Remedan El-Sûd yek ji kesên pispor di vê lîstikê de got ew lîstik ji maseyeke text pêk tê, 7 kort di her du aliyan de hene, di her kortekê de komek kevir hene, ew kevir li gorî zanebûn di hundirê kortan de têne tevgerkirin û di dawiyê de yek ji lîstikvanan bi ser dikeve.

El-Siûd diyar kir ku ev lîstik li ser asta herêmî bi şêxên eşîran re ji bajarê Qamişlo heta rojhilatê Sûriyê û Dêrazorê tê lîstin. Lîstikvanê ku herî baş û xweş bi lîstikê dilîst, ji eşîreya El-Cibûr bû. El-Siûd destnîşan kir ku ev lîstik ji kal û pîran girtine û ew semobleke kevn e ji nifşekî derbasî yekî din dibe û di hemû mal û mêvanxaneyan de heye.

Ev lîstik li gundewarên bajarê Hesekê di kombûna kalepîran a malekê de tê lîstin.

(bx)

ANHA