HRE: Li Şerayê 3 çete hatin kuştin

HRE’yê ragihand ku duh li Şerayê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine û 3 çete hatine kuştin, her wiha erbeyeke jî hatiye rûxandin.

HRE: Li Şerayê 3 çete hatin kuştin
2 adar, 2020   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê der barê çalakiya xwe ya duh de daxuyaniyek da. HRE’yê diyar kir ku di çalakiyan wan a li nêzî gundê Merenaz ê navçeya Şera ya Efrînê de, 3 çete hatin kuştin û erebeyek jî hate rûxandin.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

 “Roja 1’ê Adarê hêzên me li nêzî gundê Merenazê yê bi ser navçeya Şera ve li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist. Di encamê de 3 çete hatin kuştin û seyareyek hat rûxandin.

Her wiha artêşa dagirker di demên dawîn de gundên navçeyên Şera, Şêrawa û gundên herêma Şehbayê bê navber bi obus û hewanan topbaran dike.”