Li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê li rojhilatê Kobanê dewriyeya hevpar dest pê kir

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê bi hevkariya hêzên dewleta Tirk a dagirker, dewriyeyeke hevpar li rojhilatê Kobanê li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê pêk anî.

Li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê li rojhilatê Kobanê dewriyeya hevpar dest pê kir
2 adar, 2020   09:31
KOBANÊ

Dewriye ji 4 panzêrên Rûsyayê û 4 jî yên dewleta Tirk, her wiha 2 helîkopterên Rûsyayê pêk tê. Dewriye ji gundê Xerîb dest pê kir û li gundên Bozteb, Qeremox, Cîşan, Xirabîsana Jorîn, Xirabîsana Jêrîn û Bexdikê gerî. Ev gund nêzî sînor in. Piştre dewriye ji heman gundan re vegerî û li gundê Xerîb bi dawî bû.

Dê dewriye tenê 5 km derbasî xaka Sûriyê bibe.

(fr)

ANHA