Rûsya: Şerê li dijî terorê li Sûriyê berdewam e

Berdevkê serokê Rûsyayê Dmitry Peskov got, tevî hemû daxuyaniyan şerê li dijî terorê li Sûriyê berdewam e. Peskov di vê gotina xwe de îşaret bi Tirkiyê dike.

Rûsya: Şerê li dijî terorê li Sûriyê berdewam e
1 adar, 2020   21:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Dmitry Peskov got: "Em dizanin ku li gorî lihevkirina Soçî ya beriya salekê, diviyabû Tirkiyê çalakbûna van tevgeran rawestîne. Lê Tirkiyê sozên xwe bi cih neanînû terorîstan êrişî hêzên çekdar ên Sûriyê kirin."

Peskov destnîşan kir ku reftariyên artêşa Sûriyê yên di rojên dawîn de armanc dike wan komên terorîst bişkîne.

Peskov bal kişand ser ku terorîstan li Sûriyê êrişî avahiyên leşkerî yên Rûsyayê dikin û wiha domand: "Lew ra em ê tevî her daxuyaniyekê şerê li dijî wan endamên terorîst berdewam bikin."

(şx)