Li Şêrawa ji ber topbarana dagirkeran dibistan hatin girtin

Ji ber êrişên domdar ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Şêrawa ya Efrînê dibistan hatin girtin.

Li Şêrawa ji ber topbarana dagirkeran dibistan hatin girtin
Li Şêrawa ji ber topbarana dagirkeran dibistan hatin girtin
Li Şêrawa ji ber topbarana dagirkeran dibistan hatin girtin
Li Şêrawa ji ber topbarana dagirkeran dibistan hatin girtin
Li Şêrawa ji ber topbarana dagirkeran dibistan hatin girtin
2 adar, 2020   06:34
EFRÎN – FÎRAS ÎBRAHÎM

Li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê 10 dibistan hene ku li 11 gundan belav dibin. Di van dibistanan de hezar û 800 xwendekar perwerdeyê dibînin. Li rex van dibistanan li kampa Vegerê ya li gundê Ziyaretê û kampa Şehba ya li gundê Keştearê  dibistan hatin vekirin.

Ji ber êrişên domdar ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek dibistan li navçeyê hatin girtin, di encamê de xwendekar ji perwerdeyê qut bûn.

Li gorî Komîteya Perwerde ya Civaka Demokratîk ji bo jiyana xwendekaran dibistan hatin girtin.

Kamereya me rewşa dibistanên navçeyê şopand, nêrînên xwedekar û rêveberên Komîteya Perwerde ya Civaka Demokratîk girtin.

Endama rêveber a Komîteya Perwerde ya Civaka Demokratîk Zeyneb Xebawî got: “Gelek şêniyên Efrînê xwe li kantona Şehba û gundên navçeya Şêrawayê girtine. Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên domdar ên li ser gundên navçeya Şêrawayê armanc dike ku şêniyan bide koçberkirin û wan ji Efrînê dûr bixe. Di nava mercên zehmet û nearamiyê de dibistan vekirine. Di demên dawî de bi pêşdeçûna rêjîma Sûriyê ya li  gundewarên Heleb û Idlibê êrişên Tirkiyê yên li ser Şehba û Şêrawayê zêde bûn û dixwaze tolê ji gelê herêmê rake.”

 Zeyneb wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji  ber topbarana rojane rewş ne aram e. Hemû şênî di nava tirsê de ne û yê herî ziyanan dibîne, xwendekar in. Hejmara xwendekaran di dibistanên Şêrawayê de kêm bûn, li gundên Başemrê, Mezin, Koltiyê û Burcqasê dibistan hatin girtin."

Zeyneb bal kişand ser bêdengiya rêxistinên hiqûqî û navdewletî li hemberî van êrişan û got: “Dagirkeriya Tirk ferq û cudahiyê naxe navbera mezin, biçûk, sivîl û leşkeran. Dewleta Tirk a dagirker li Til Rifetê komkujiyek pêk anî, di encamê de di nav de 8 zarok bi giştî 10 sivîl bûn qurbanî. Beriya çend rojan li gundê Aqîbê komkujiyek din pêk anî. Rêxistinên navdewletî û hiqûqî li hemberî vê yekê bêdeng in."

Zeyneb di dawiya axaftina xwe de got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujiyan didomînin, armanca wan sivîl in. Ev yek delîlê binkeftina siyasetên wan di Sûriyê de ye. Em jî di berxwedan û xweparastinê de bi israr in."

Xwendekara bi navê Mufîde Hebeş ev tişt anî ziman: "Tirkiye em ji malên me koçber kirin û perwerde li ser me qedexe kir. Dibistanên me yên li Efrînê topbaran kirin, li vir jî dibistanan topbaran dike, çi ji me dixwaze, gunehê me çi ye."

Xwendekara bi navê Cîhan Mustefa jî ev tişt anî ziman: "Bi domdarî gundê Aqîbê topbaran dikin, dibistanan topbaran dikin. Em dixwazin fêr bibin, dema topbaranê pêk tê em ditirsin ji ber ku em nifşên pêşerojê ne û dixwazin bi zimanê xwe fêr bibin."

ANHA