Rûsya hişyarî da Tirkiyê: Em nikarin ewlehiya balafirên Tirkiyê grantî bikin

Piştî ku rejîma Sûriyê qada hewayî ya Idlibê girt, Rûsya hişyarî da Tirkiyê ku Moskove derbarê balafirên wê yên şer de garantiyê nadin Tirkiyê,.

Rûsya hişyarî da Tirkiyê: Em nikarin ewlehiya balafirên Tirkiyê grantî bikin
1 adar, 2020   21:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê Navenda Lihevhatinê ya Rûsyayê ya li Sûriyê, Oleg Juravlyov ragihand, piştî biryara Sûriyê ya ji bo girtina esmanê Idlibê û navçeya bakurê rojavayê wî welatî, “Rûsya nikare ewlehiya balafirên Tirkiyê yên li Sûriyê garantî bike”.

Serokê navenda lihevanînê ya Rûsya ya li Sûriyê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Oleg Goraflov got, Rûsya nikare ewlehiya balafirên Tirkiyê yên li Sûriyê mîsoger bike, piştî ku qada hewayî ya Idlibê hate girtin.

Oleg Juravlyov ji rojnamevanan re got: "Di rewşa heyî de fermandariya leşkerî ya Rûsya nikare ewlehiya seferên hawayî yên Tirkiyê li Sûriyê garantî bike."

Rejîma Sûriyê îro ragihand ku li Idlib û li herêma bakurê rojava qada hewayî girtine