Meclisa Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya Minbicê hate avakirin

Bi diruşmeya "Sûriya demokratîk ne navendî, sepandina Rêveberiya Xweser..Pêşxistina QSD" Partiya Sûriya ya Pêşerojê kongreya xwe ya yekemîn a bajarê Minbicê lidar xist û şaxê partiyê yê Minbicê ava kir.

Meclisa Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya Minbicê hate avakirin
Meclisa Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya Minbicê hate avakirin
Meclisa Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya Minbicê hate avakirin
Meclisa Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya Minbicê hate avakirin
Meclisa Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya Minbicê hate avakirin
29 sibat, 2020   17:01
MINBIC

Kongrê li hona Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê, endamên Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê amade bûn. Hola kongrê bi wêneyên şehîdên Partiya Sûriya ya Pêşerojê û pankartên mîna "Rêya gel rêya azadiyê ye" hatibû xemilandin.

Kongrê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê partiyê Selih Hac Mihemed berspektîvên giştê yê Partiya Sûriyê ya Pêşreojê xwend.

Bi navê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê seroka partiyê ya buroya Minbicê Ezab Ebûd pêşniyarên partiyê yên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê destnîşan kir û got: "Projeya demokratîk tunekirina nakokiyên navxweyî armanc dike. Rêgeza partiyê diyalogên Sûrî-Sûrî navbera hemû aliyên bi nakok li ser erêd ye. Partî banga yekitî gel û xaka Sûriyê li hemberî rageşî û siyasetên dagirkerî dike."

Piştre endamê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îmad El-Mûsa şertên bernamzetiyê ji bo meclisa navçeya Minbicê û danîna mekanîzmeya hilbijartin û dengdanê şîrove kir.

Piştre hilbijartin pêk hat. Komîteya serbixwe ya rêvebirina proseya hilbijartinê encamên hilbijartinê ragihandin,  15 endam hatin hilbijartin, Mezin Hemîş wekî serok û Zuleyxa Îbrahîm wekî cîgir hatin hilbijartin.

Di dawiya kongreyê de Mezin Hemîş axivî, spasiya kesên ku bawerî dane wî kir û got ku ew ê bi hemû hêza xwe ji bo pêşxistina civakê bixebite.

ANHA