Malbatên şehîdan ên Helebê ji bo Ocalan banga têkoşînê kir

Malbatên Şehîdan ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi daxuyaniyekê banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan ê li girava Îmraliyê girtî ye kirin.

Malbatên şehîdan ên Helebê ji bo Ocalan banga têkoşînê kir
29 sibat, 2020   17:24
HELEB

Têkildarî şewata ku li girava Îmraliyê derket a ku Rêber Abdullah Ocalan tê de girtî ye û ji bo agahiyekî ji Rêber Abdullah Ocalan bê girtin Meclisa Malbatên Şehîdan ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê daxuyanî da.

Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan malbatên şehîdan û nûnerên saziyên sivîl li taxa Eşrefiyê hate xwendin.

Hevseroka Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Roşîn Mûsa daxuyanî xwend.

Roşîn di destpêka axaftina xwe de êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir ku rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em Meclisa Malbatên Şehîdan em ê li hemberî kiriyarên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê bêdeng nemînin. Em ê çalakiyan bidomînin û li qadan bin ta agahiyekê li ser rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan bigirin."

Meclisa Malbatên Şehîdan di daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî kir ku fişarê li dewleta Tirk bike da ku bihêle parêzer serdana Ocalan bike û rewşa wî ya tenduristiyê eşkere bike.

Piştî xwendina daxuyaniyê diruşmeyên "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/r6wvmbWJA3A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>