Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Enes Selame li Qamişlo hate veşartin

Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şehîdê QSD‘ê Enes Ehmed Selame li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Enes Selame li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Enes Selame li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Enes Selame li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Enes Selame li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Enes Selame li Qamişlo hate veşartin
29 sibat, 2020   16:38
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Enes Ehmed Selame (Şêro Qamişlo) ê ku  roja 27`ê Sibatê li navçeya Tirbespiyê dema li ser erka xwe bû di de şehîd bûye, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo veşartin.

Şêniyan cenaze ji ber navenda Meclisa Malbatan Şehîdan a li taxa Enteriye wergirtin û peyayî ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxana li taxa Meyselûn ve meşiyan.

Li goristanê şêniyan cenazeyê şehîd bi berzkirina sloganên silavkirina berxwedana gelên herêmê û dilsoziya bi şehîdan re û di nav tilîliyên dayîkan de pêşwazî kirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso axivî. Eyşe di destpêka axaftina xwe de di kesayeta şehîd de tevahiya şehîdan bibîr anîn.

Eyşe wiha domand: "Tevna civakî ya têkil, serkeftina Rêveberiya Xweser, vîna xurt a gelên herêmê û serkeftina vê felsefeyê îsbat dike. Lewra em dibînin ku mîna şehîd Enes bi taybe berê xwe didin eniyên berxwedanê heta ku dagirkeran bişkînin."

Eyşe di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û Sûriyê bi giştî pêvajoyek hesas dijî, çi ji aliyê siyasî yan jî leşkerî ve heta komploya ku li dijî kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de berdewam e.

Eyşe bal kişand ser ku Rêber Ocalan çareserî ji bo Rojhilata Navîn pêşkêş kir û got agahiyên wan girêdayî tenduristiya Rêber Ocalan tune ye û wiha domand: "Em ê hertim bibêjin Bê Serok jiyan nabe, serokê ku tevahiya mirovahiyê rizgar kir. Ew bi awayî bedenî li cem dewleta Tirk dîl hatiye girtin. Lê em dizanin ku fikrên wî azad in. Komploya dewleta Tirk nikare vîna ku tevahiya cîhan fêr kiriye tune bike."

Di dawiyê de Eyşe Hiso got: "Wek gel em şehîdên xwe di dil û hişên xwe de gorî dikin. Me soz daye ku em bibin gelek şoreşger. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin ji bo ku yekitiya axa xwe biparêzin. Em ê asta têkoşîna xwe mezin bikin da ku tevahiya axa hatiye dagirkirin herî dawîn Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê rizgar bikin. Em bi prosesa siyasî, diyaloga Sûrî-Sûrî ve bawer in. Di dosyaya Sûriyê de em aliyek çalak in ji ber ku me felsefeya ku xwe îsbat kiriye ji xwe re kiriye bingeh. "

Piştî bidawîbûna axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Refîn Şêxo nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wê kir. Piştre girseya gel cenazeyê şehîd Enes Ehmed Selame di nav tilîliyên dayîkan de veşartin.

Merasîma sersaxiyê wê sibe roja Yekşemê li ber mala şehîd li taxa Cûdî ( Qanat Siwês ) lidar keve.

(şx)

ANHA