Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên ji bo Ocalan di roja 3‘an de berdewam in

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi armanca ku rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan were eşkerekirin di roja sêyemîn de didomin.

29 sibat, 2020   16:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şewata ku li Îmraliyê derket ku Rêber Abdullah Ocalan tê de girtî ye û bi armanca ku parêzer hevdîtinê bi Rêber  Abdullah Ocalan re çêbikin, di roja sêyemîn de di nava çalakiyan de ne.

REQA

Li Reqayê, bi pêşengtiya Rêveberiya Jinan û beşdarbûna bi sedan jinên bajarê, malbatên şehîdan, şervanên YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê, jinên di nava komîn û meclisan de kar dikin meşek hate lidarxistin.

Meş ji çerxerêya Neîm a navenda bajêr destpê kir û di kolana Amasî re derbas bû. Jinan pankartên bi nivîsên "Bê serok jiyan nabe", "Em hemû berxwedan in", Hilweşe komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan" û" Komploya navnetewî xalek şer li ser eniya mirovahiyê ye" hilda bûn.

Jinan li ber parka Reşîd rawestiya û deqeyek rêz girtin. Bi navê jinên bajarê Reqayê endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Keramayê Sewsen Xelef daxuyanî xwend û got: "Em sûcên li dijî ronakbîr Abdullah Ocalan şermezar dikin. Ocalan ji bo avakirina jineke azad ku civakê ber bi ewlehî û aştiyê ve bibe, têkdikoşe.

Em wekî jinên Reqayê em ê li ser xeta Rêber Apo bin û têkoşînê bilind bikin ta ji girtîgehê azad bikin. Em ê meş û çalakiyan bidomînin û bang li rêxisitinên hiqûqî, civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî bikin da ku destûr bê dayîn ku parêzer serdana rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de bike û rewşa wî ya tenduristiyê eşkere bike."

KERAMA

Bi heman armancê bi sedan şêniyên navçeya Kerama ya gundewarê rojhilatê Reqayê li qada Selama ya bakurê navçeyê kom û ji vir dest bi meşekê kirin. Şêniyan ku posterên Rêber Abdullah Ocalan û alên QSD‘ê hilda bûn di nava kolanên sereke yê navçeyê geriyan. Meş li ber avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Keramayê veguherî mîtîngê. Bi navê jinên Reqa û gundewarên wê endama Rêveber a meclisên jinan a gundewarê rojhilatê Reqayê Sewsen Xelef bang li civaka navdewletî kir ku der barê komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan destwerdanê bike.

Endamê Meclisa Sûriya Demokratîk Ezîz Hesen jî axivî, diyar kir ku armanca Tirkiyê şerê azadî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn bike û serdama Osmanî vegerîne. Hesen got; "Bi ramanê Ocalan em ê projeya xwe biparêzin, em ê têkoşînê mezin bikin û bi yek destî ji bo azadiya Ocalan bixebitin."

TEBQA

Komîteya Çand û Hunerê a girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê konê çalakiyê li ber navendê çandê veda. Konê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên QSD‘ê hatiye xemilandin. Endamên ji hemû saziyên sivîl û leşkerî beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî dê 3 rojan berdewam bike.

Piştî deqeyek rêzgirtin, bi navê Komîteya Çand û Hunerê daxuyaniyek ji aliyê cîgira hevserokatiya komîteyê Ferîda Şêx ve hate xwendin.

Ferîda komploya navneteweyî û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan ku fişarê li dagirkeriya Tirk bike da ku bihêle parêzer serdana muwekilê xwe bike û agahiyan der barê rewşa wî de bide.

Bi navê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Tebqayê daxuyaniyek ji aliyê hevseroka yekitiyê Şeza El-Hisên ve hate xwendin û banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Birak bi meşekê xwestin agahî derbarê rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan bê girtin.

Meş li kolanên sereke giriya û li ber çerxerêya Şehîdan rawestiya.

Piştî deqeya rêzgirtin endama rêveber a Kongreya Star Henan Silêman kiryarên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Bi navê Meclisa Navçeya Til Birakê Ebdulselam El-Hesanî axivî û anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadî û mafên hemû gelan têdikoşe.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê bi sedan malbatên şehîdan ji ber şewata li girava Îmraliyê derket û ji bo naskirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan. Meş ji qada Şehîd Xebat destpê kir û li kolanên sereke yên navçeyê dewam kir.

Meş li qada Şehîd Xebat rawestiya, li vir endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Heqî Sîpan got: "Em malbatên şehîdan em ê têkoşînê mezin bikin û çalakiyan bidomînin ta agahiyekê ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin."

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA